Ji DYA-Siûdî û Tirkiyeyê civîna li ser 'Sûriyeyê'
Derket holê ku DYA xwestiye bi beşdariya Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Urdunê civînekê li ser Sûriyeyê lidar bixe û Rûsyayê jî tevlî vê civînê bike.

Li dû êrîşên hewayî yên Rûsyayê li Sûriyeyê, tansiyon û lêgerînên li hevsengiyên nû yên li herêmê, zêde bûn.
Li gorî nûçeyek Ajansa Nûçeyan a Înterfaxê, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke Rûs, DYA xwestiye bi beşdariya Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Urdunê civînekê li ser Sûriyeyê lidar bixe û Rûsyayê jî tevlî vê civînê bike.
Înterfaxê diyar kir ku çavkaniyekî Rûs ji wan re gotiye, "Haya me jê (ji pêşniyarê) heye. Em lêkolîn dikin".
Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, ji bo pirsa "Kesê ku Kerry beriya civîna Sûriyeyê pê re hevdîtinê bike Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn e?" got, "Na, hevdîtin wê di asta herî bilind de pêk neyê".
Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry, di civîneke çapemeniyê ya li paytexta Spanya Madrîdê de dabû xuyakirin, ku ew plan dikin di demeke nêz de bi beşdariya rayedarên Rûsya, Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Urdunê re li ser krîza Sûriyeyê hevdîtinekê bikin.
Kerry di daxuyaniya xwe ya îro de got, "Çareseriya leşkerî ya krîza Sûriyeyê nîne. Her kesî ev got. Rûsan jî" û da zanîn ku di nava vê hefteyê de dikare bi lîderên Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Urdun û Rûsyayê re li Ewropayê bicive.