Li Yemenê, koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ya li dijî milîên Hûsî yên Şîa hat avakirin, bi 'şaşîtî' bombe li leşkerên alîgirê hikûmetê barandin. Hat ragihandin ku di bûyerê de 30 leşker mirine.
Li gorî agahiyan, balafirên koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdiyan, li herêma Taîzê êrîşî milîsên alîgirê Serokdewletê berê Alî Abdullah Salih kirine, lê belê 'bi şaşîtî' leşkerên hevalbendên xwe bombe kirine. Di êrîşê de 30 leşkerên ser bi Serokdewlet Abdûrrabû Mansû Hadî jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 40 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku êrîşa hewayî li hemberî kampeke li herêma çiyayî ya li nêzî bajarê Taîzê pêk hatiye.
Li herêma Taîz a di navbera paytext Sana û Adenê, di navbera milîtanên alîgirê Alî Abdullah Salih û leşkerên hikûmetê yên ser bi Serokdewlet Mansûr Hadî de şerê dijwar diqewime.
Di operasyonên koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdiyan ên li hemberî Hûsiyan û hevalbendên wan hêzên Alî Abdullah Salih de, bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn. Herî dawî di bomberdûmana dawetek li gundê El Vahîjah ê li peravê Derya Sor de 131 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Hejmara mirovên ji biharê û vir ve di êrîşên koalîsyonê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt nêzî 5 hezar 500 kesan.
Hûsî, paytexta Yemen Sana jî di nav de gelek herêmên li başûr û rojavayê welêt kontrol dikin.