Li Fransayê di referandûma tifaqa çep de ji sedî 90 dengê 'erê' derket

Li Fransayê, beriya hilbijartinên konseyên herêmê yên meha Kanûnê, Partiya Sosyalîst (PS) a li ser desthilatdariyê ye bi xeteriya windakirina gelek herêman re rû bi rû ye.

Li Fransayê, beriya hilbijartinên konseyên herêmê yên meha Kanûnê, Partiya Sosyalîst (PS) a li ser desthilatdariyê ye bi xeteriya windakirina gelek herêman re rû bi rû ye. PS ji bo pêşî li têkçûneke giran bigire, anketek li ser "tifaqa bi partiyên çep re" pêk anî û ji sedî 90 ê beşdaran ji bo tifaqeke bi vî rengî gotin, 'erê'.

Di anketa ku roja Înê destpê kir û duh bi dawî bû de, 251 hezar 327 kesan cih girtin. Ji sedî 90 ê beşdaran xwestin, ku partiya PS a li desthilatdariyê ye, bi partiyên din ên çep re tifaqê bike. Bi qasî 116 hezar beşdarên anketê, bi rêya înternetê dengê xwe bi kar anîn.

Sekreterê Giştî yê PS Jean-Chrîstophe Cambadelîs encamên dengdayînê aşkera kir û anî ziman ku pêkhatina dengdayînê di nava 200 hezar heta 300 hezar mirovan de, erênî ye. Cambadelîs diyar kir ku ew ê van encaman li ber çavan bigirin û di rojên pêş de bi rêveberiyên Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) û Partiya Ekolojiyê ay Ewropayê ya Keskan (EELV) re dest bi hevdîtinan bikin.

Cambadelîs anî ziman ku ew ê 'pakteke biratiyê' ji partiyên çep re pêşniyar bike û hişyarî da ku di rewşeke berevajî de rîsk heye ku Eniya Neteweyî ya rastgiriya tund, hin herêman qezenc bike.

Di anketên beriya hilbijartinên Konseyên Herêmê (Conseîl Regînal) ên meha Kanûnê de, tê dîtin ku rastgirên tund partiya yekemîn e. 

Herî dawî di hilbijartinên sala 2010'an de Partiya Sosyalîst, herêma Alsace ne di nav de, hemû herêm qezenc kiribû.