Rêveberiya Fîlîstînê ê li DCN giliyê Netanyahû û wezîran bike
Rêveberê RRF Seîd Erakat der barê êrîş û înfazên Îsraîl di hefteyên dawî de li hemberî xwepêşandêrên Fîlîstînî dikin de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê li DCN a li Laheyê dozê vekin.
Rêveberê RRF Seîd Erakat der barê êrîş û înfazên Îsraîl di hefteyên dawî de li hemberî xwepêşandêrên Fîlîstînî dikin de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê li DCN a li Laheyê dozê vekin.
Rêveberê Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê (RRF) Seîd Erakat der barê êrîş û înfazên Îsraîl di hefteyên dawî de li hemberî xwepêşandêrên Fîlîstînî dikin de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) a li Laheyê dozê vekin.
Erakat anî ziman ku hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê, înfazên li derveyî hiqûqê dikin û anî ziman ku wan li ser van înfazan dosyayek amade kirine. Erakat li ser mijarê, li Şerîa Rojava civîneke çapemeniyê lidar xist.
Seîd Erakat da xuyakirin ku DCN li şûna dewletan, şexsên berpirsyar dadgeh dikin û diyar kir, ku ji ber vê sedemê ew ê li hemberî Serokwezîr Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê Moşe Yalon de dozê evkin. Erakat bal kişand ser dîmenên li ser destwerdanên hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê û da zanîn, ku her çend di destê hin xwepêşandêran de kêr hebin jî, ne rast e ku bi çekan bên kuştin.
Seîd Erakat bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo parastina gelê Fîlîstînê gavan biavêje. Erakat destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê û şêniyên Îsraîlî yên li herêmê hatine bicihkirin, li dijî gelê Fîlîstînê 'sûcê şer' dikin.