BND sefaretxane û saziyên Ewropa û DYA'yê şopandiye
Îstîxbarata Elman a ku di salên daî de bi desteka xwe ya ji bo rexistinê îstîxbaratê ya Amerîka NSA ket rojevê, tê îdîakirin ku sefaretxane û saziyên welatên Ewropayê şopandiye.
Îstîxbarata Elman a ku di salên daî de bi desteka xwe ya ji bo rexistinê îstîxbaratê ya Amerîka NSA ket rojevê, tê îdîakirin ku sefaretxane û saziyên welatên Ewropayê şopandiye.
Îstîxbarata Elman BND a ku di salên daî de bi desteka xwe ya ji bo rexistinê îstîxbaratê ya Amerîka NSA ket rojevê, tê îdîakirin ku sefaretxane û saziyên welatên Ewropayê şopandiye.
Li gorî îdîaya di Spîegel Online de cih girt, Rêxistina Agahîwergirtinê ya Federal a Elman (BND) heta sala 2013'an xebaên xwe yên şopandin û guhdarîkirina li welatên dewam kirine. Di nûçeyê de hat ragihandin ku BND, Fransa û DYA jî di nav de sefaretxaneyên gelek welatan û saziyên Yekîtiya Ewropayê şopandiye.
Li gorî îdîayê, xebatên guhdarîkirin û şopandinê di payîza 2013'an de bi dawî bûye.
Hêjayî gotinê ye, derketibû holê ku îstîxbarata Elman bi rêya stasyona xwe ya guhdarîkirinê ya li Bab Aîblîngê, ji bo NSA agahî kom kiriye.