Papa dixwaze Dêr hîn bêhtir xweser bibe

Papa Francîscûs da xuyakirin, ku di wergirtina biryarên herêmî yên li ser endamên Dêra Katolîk de divê pîskopos hîn bêhtir xwedî erk bin û pêwîstî bi 'xweseriyeke' xurttir a Dêrê heye.

Papa Francîscûs da xuyakirin, ku di wergirtina biryarên herêmî yên li ser endamên Dêra Katolîk de divê pîskopos hîn bêhtir xwedî erk bin û pêwîstî bi 'xweseriyeke' xurttir a Dêrê heye.

Papa Francîscûs bi wesîleya 50. salvegera Konsîla Vatîkan a Duyemîn axivî û destnîşan kir, ku divê Dêra Katolîk hîn bêhtir bib xwedî rêveçûneke 'xweser'.

Papa anî ziman ku ew alîgir e, di wergirtina biryarên xwecihî yên Dêra Katolîk de pîskopos hîn bêhtir xwedî erk û hêzê bin û bal kişand ser rola konferansa pîskoposên li gelemperiya cîhanê. Papa xwest, di mijarên girîng ên li ser bawermend û endamên dêrê de, li şûna ku biryara navednê 'Vatîkanê' bê hêvîkirin, konferansên psîkopoan biryaran bigirin.

Papa Francîscûs diyar kir ku pêwîstiya navenda papatiyê bi veguherînê heye û anî ziman ku girîng e Dêr bi rêbazeke baş ber bi 'xweserîbûnê' ve biçe. Papa da xuyakirin, ku piştî Dêrê xwe sipart meclîs û konferansên psîkoposan, hingî navenda Papatiyê ya li Vatîkanê wê 'bêhtir ronî' bibe.

Ev nêrîna Papa ya ji bo Dêr erkeke zêdetir bide pîskoposan, nû nîne. Papa Jean Paûl ê Duyemîn, ku di asla 2005'an de jiyana xwe ji dest da, di sala 1995'an de dabû xuyakirin, ku divê Dêr xwe biguherîne.