Rûsya û DYA di hevdîtinên leşkerî de xwe 'nêzî hev' kirin-HAT NÛKIRIN

Hevdîtinên leşkerî yên li ser koordînasyona balafirên Rûsya û DYA yên ku li Sûriyeyê hedefên cuda bombe dikin, gihaşt encamekê.

Hevdîtinên leşkerî yên li ser koordînasyona balafirên Rûsya û DYA yên ku li Sûriyeyê hedefên cuda bombe dikin, gihaşt encamekê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di muzakereyên bi rêya vîzyo-konferans ên navbera leşkerên DYA'yî û Rûs de, ji aliyê pozîsyonê ve ew nêzî hev bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di pozîsyona me ya li ser nuqteyên bingehîn ên dokumana hevpar a li ser kar tê kirin, nêzbûna li hev heye."

Wezaretê da zanîn, ku di prosedurê de li hev hatiye kirin, ku di dema pêş de aksiyon bi çi rengî bên kirin.

Rûsya ji 30'ê Îlonê û vir ve, bombeyan li DAIŞ, El Nûsra û komên din ên ser bi El Qaîdeyê yên li Sûriyeyê dibarîne. Balafirên şer ên koalîsyona bi pêşengiya DYA jî, bi tenê DAIŞ'ê bombe dikin.

Hatibû ragihandin ku di dawiya hefteyê de, gelekî kêm mabû balafireke Rûs û balafireke artêşa DYA li hev bikevin û hatibû destnîşankirin, ku divê bomberdûman bi awayekî koordîneyî were kirin.