Di dengdayîna ji bo endametiya demî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de, 5 welatên endam hatin diyarkirin. Di nava endamên nû de Ûkrayna û Misir ên di salên dawî de bi şer û darbeyê ketin rojevê, hene.
Tevî 5 endamên timî yên KENY, 5 ji 10 endamên demî yên ji bo du salan tên hilbijartin, hatin diyarkirin. 5 endamên demî yên nû, ku li gorî rewşa xwe ya herêmî hatine diyarkirin Japonya, Ûkrayna, Misir, Senegal û Ûrûgûay in. Di rûniştina dengdayînê ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, tevî ku hevrikên van welatan nebûn jî, dengdayîn hat kirin.
Di dengdayînê de Senegalê ji 193 welatên endam desteka 187'an, Ûkraynayê jî dengê 177'an wergirt.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tevî 5 endamên xwe yên timî, xwedî 10 endamên demî ye ku ji bo du salan tên hilbijartin. Ji bo endamên demî her sal hilbijartin tên nûkirin û 5 ji 10 endamên demî tên diyarkirin.
Lê belê di nava Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de bi tenê DYA, Rûsya, Çîn, Fransa û Brîtanya Mezin xwedî mafê vetoyê ne.