Parlamenta Hollandayê da xuyakirin, ku ji ber şîderta li Bakurê Kurdistanê zêde bûye sivîl zerarê dibînin û bang li hikûmeta Tirk ku bi PKK'ê re ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bike.
Parlamenta Hollandayê, beriya civîna bilind a lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE), ku wê îro li Brukselê dewam bike û sibe jî dewam bike, pirsgirêka koçberan nirxand.
Di rûniştina êvara Sêşemê ya parlamentê de, bûyerên şîdetê yên li Tirkiyeyê hatin rojevê.
Partiya mûxalefeta bingehîn Partiya Sosyalîst (SP), ji bo Serokwezîr Mark Rûtte bûyerên li Tirkiyeyê bixe rojeva Yekîtiya Ewropayê pêşniyarnameyek pêşkêşî parlamentê kir û ev pêşniyarname hat qebûlkirin. Di pêşniyarnameyê de hat ragihandin ku bûyerên şîdetê yên li Bakurê Kurdistanê gav bi gav zêde dibin.
Her wiha bal hat kişandin ser rêxistinên mafên mirovan û nûçeyên di çapemeniyê de cih digirin û hat destnîşankirin, ku herî zêde sivîl ji van bûyeran zerarê dibînin. Di heman demê de ev bang li Tirkiyeyê hat kirin; "Şîdeta li herêma rojhilat were sekinandin û hevdîtinên aştiyê yên bi PKK'ê re ji nû ve werin destpêkirin."
Di civîna bilind a lîderên YE ya li Brukselê, wê komkujiya li Enqereyê û pirsgirêka koçberiyê were nirxandin.