Li Ûkraynayê keştî binav bû: 12 mirî
Li peravên Derya Reş ên li nêzî bajarê Ûkrayna Odessayê, keştiyek binav bû. Di bûyerê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku keştî li nêzî bajarokê Zatokayê, ji ber bayê dijwar wergeriya ye û binav bûye. Rayedarên bajarê Odessa dan xuyakirin ku di vê keştiya gerê de 36 kes hebûn û 23 kes bi saxî hatine rizgarkirin. Li gorî agahiyan, kesekî di keştiyê de jî winda ye.
Di daxuyaniya Walîtiya Odessa de hat ragihandin, ku keştî ji ber bayê dijwar binav bûye.
Tê gotin, ku ji bo lêkolînkirina qezayê Serokwezîr Arsenî Yatsenyûk xwestiye komîsyonek taybet bê avakirin.