Li Dresdenê bi deh hezaran kes li dijî nîjadperestiyê civiyan

Li Elmanyayê, di salvegera damezrandina tevgera nîjadperest Pegîda ya li hemberî penaberan, bi deh hezaran kesên ji komên dijber hatin hemberî hev.

Li Elmanyayê, di salvegera damezrandina tevgera nîjadperest Pegîda ya li hemberî penaberan, bi deh hezaran kesên ji komên dijber hatin hemberî hev.

Ji ber yekemîn salvegera tevgera li dijî penaberan a bi navê Welatparên Ewropî yên li dijî Îslambûyîna Rojava (Pegîda), li Dresdenê meşeke mezin hat lidarxistin. Li gorî polîsan 20 hezar, li gorî amadekaran 30 hezar kes beşdarî vê meşê bûn. Li hemberî vê meşa nîjadperestan jî 20 hezar kesan çalakiyeke dijber pêk anîn.

Ji ber ku her du koman di heman demê de xwepêşandan pêk anîn, li hin cihan pevçûn derket û herî kêm yek kes bi giranî birîndar bû. Hin ji çavkaniyên nexweşxaneyê diyar kirin ku gelek kes birîndar bûne.

Hat ragihandin ku ji ber çalakiyan bi hezaran polîsan li Dresdenê wezîfe kirine. Li gorî agahiyan, pevçûnên diqewimin ji her du aliyan nîne; li hin deran komên Neo-Nazî êrîşî koma destekê dide penaberan dikin.

Di çalakiya endamên Pegîda de, dirûşmên ku heqaretê li penaberan dikin û dixwazin pêşî li hatina penaberan bê girtin, derketin pêş.

Li hemberî vê çalakiya nîjadperest a Pegîda, bi deh hezaran kes hatin cem hev û bi dirûşma 'Li şûna nefretê, dil' destek dan penaberan.

Pegîda par di meha Cotmehê de ji aliyê kesê bi navê Lûtz Bachmann ve hatibû avakirin. Bachman ji ber gelek sûcên edlî, ceza xwariye. Pegîda li Dresdenê derketibû holê.