Reşik û xizan bi 11 salan kêmtir dijîn
Stastîstîkên bajarê New York ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), encamên standarta jiyanê ya di navbera xizan-dewlemend û spî-reşik de, nîşan dan.
Stastîstîkên bajarê New York ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), encamên standarta jiyanê ya di navbera xizan-dewlemend û spî-reşik de, nîşan dan.
Stastîstîkên bajarê New York ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), encamên standarta jiyanê ya di navbera xizan-dewlemend û spî-reşik de, nîşan dan. Li gorî vê yekê, di navbera herêma herî dewlemend a New Yorkê û herêma herî xizan ku reşik lê dijîn, ji aliyê temenê jiyanê ve cudahiyek bi qasî 11,3 salan heye.
Di statîstîkên ku ji sala 2006'an û vir ve cara yekê ye tê nûkirin de, cih ji gelek detayên hatine, avahî, şîdet û tenduristî yên mirovên li New Yorkê dijîn re hat dayîn. Ji van detayan a herî girîng, beramberîhevkirina herêma herî xizan a bajêr Brooklyn û herêma Manhattan a weke navenda cîhana kar tê zanîn e.
Li taxa Brownsvîlla ya Brooklynê ku ji sedî 76 ê şêniyên wê reşik in, temenê jiyanê weke 74,1 tê dîtin. Lê belê li navenda fînansê Manhattanê ev temenê jiyanê digihêje heta 85,4 salan.
Di stastîstîkn de cih ji rêjeya obezîte, bêntengî, nexweşiyên diyabetê, xwarin, bikaranîna alkol, cixare û narkotîkê re tê veqetandin.