Li Calaîsê drama penaberan mezin dibe

Hejmara penaberên li qada li dora Tunela Manşê ya Fransayê dijîn, di nava hefteyên dawî de bi du qatan zêde bû û gihaşt 6 hezarî.

Hejmara penaberên li qada li dora Tunela Manşê ya Fransayê dijîn, di nava hefteyên dawî de bi du qatan zêde bû û gihaşt 6 hezarî. Ji bo penaberên ku di nava mercên hewa sar û cihekî ne hijyenîk de dijîn, bi sedan navên navdar nameyek ji hikûmetê re nivîsandin û xwestin ji bo penaberan bikeve nava tevgerê.

Tê texmînkirin ku hejmara penaberên li qada daristanî ya li nêzî bajarê Calaîsê, ku ji bo derbasî Îngilîstanê bibin dimînin, 6 hezar derbas kiriye. Ji ber ku derbasbûna ji Tunela Manşê zehmet e, penaber dixwazin demeke dirêj li vir bimînin. Wezareta Karên Hundir a Fransayê da xuyakirin ku navenda tê plankirin ji bo penaberan bê çêkirin, berî çend mehan naqede.

Bi hezaran penaber, ku di nav de jin û zarok jî hene di bin konên riziyayî de dijîn û ev yek rê li ber fikaran vedike.

800 navdarên welêt duh bang li hikûmetê kirin û xwestin, ku ji bo penaberan bi lezgînî tedbîr werin girtin. Di metna bangawaziyê ya li malpera înternetê ya rojnameya Lîberatîonê hat weşandin de, xemsariya hêza dewletê ya li pêşberî rewşê, hat rexnekirin.

Di metna bi serenavê "Banga Calaîs" de rexne li polîtîkaya hikûmetê hat kirin, ku bi ragirtina penaberan di mercên nebaş de dixwaze pêşî li hatina penaberên nû bigire.

Di nava xwediyên vê bangê de derhêner Lûc û Jean-Pîerre Dardenne, Mîchel Hazanavîcîûs, komedyen Amar Sy û Jeanna Moreaû, muzîsyen Benjamîn Bîolay, Abd al Malîk û desînatorê navdar Enkî Bîlal jî hene.

Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve bersiv da banga li hemberî drama mirovahiyê ya li Calaîsê û diyar kir ku ew fikarên li ser penaberan 'parve' dike. Cazeneûve anî ziman ku di destpêkê de wê stargehek ji bo 200 jin û zarok karibin lê bicih bibin wê were avakirin.

Cazeneûve ji bo lêkolînkirin, wê îro biçe bajarê Calaîsê.