Îxracata çekan a Elmanya: Di 6 mehên destpêkê de gihîşt hejmara 2014'an

Berevajî sozên Wezîrê Aboriyê yê sosyal demokrat, li Elmanyayê destûra ji bo îxracata çekan zêde dibe.

Berevajî sozên Wezîrê Aboriyê yê sosyal demokrat, li Elmanyayê destûra ji bo îxracata çekan zêde dibe.

Rojnameya Dîe Welt di nûçeyeke xwe de, ku agahiyên xwe dispêre raporeke navberê ya hikûmeta Federal wê li ser îxracata çekan sibe aşkera bike, îxracata çekan a 6 mehên destpêkê yên vê salê, gihaştiye hejmara giştî ya sala 2014'an.

Li gorî vê yekê, di nîvê destpêkê yê vê salê de destûr ji îxracata çek û cebilxaneyan ên bi 3,5 mîlyar euroyî re hatiye dayîn. Par bi giştî bi 3 mîlyar 970 mîlyon euroyî çek hatibû firotin. Di 6 mehên destpêkê yên sala bihurî de ev hejmar 2,2 mîlyar euro bû.

Di firotina çekan a Elmanya de, para welatên sêyemîn ên ne endamê NATO'yê ne zêde dibe. Nirxê çekên ku di 6 mehên destpêkê yên îsal de ji welatên sêyemîn re hatin firotin 1 mîlyar 670 mîlyon euro bû. Par di heman wextê de ev yek 1 mîlyar 420 mîlyon euro bû.

Eger îdîaya rojnameya Welt piştrast bibe, hingî wê were fêmkirin ku Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Wezîrê Aboriyê Sîgmar Gabrîel sozên xwe bi cih neaniye. Gabrîel dema dest bi wezîfeya Wezareta Aboriyê kir soz da, ku ew ê destûra ji bo firotina çekan bêhtir kontrol bike. Lê xuya ye Gabrîel ev soza xwe bi cih neaniye.

Balkêş e ku çek herî zêde ji welatên Kendavê yên ku destekê didin rêxistinên çete yên weke DAIŞ û El Nûsra re tê firotin. Sîgmar Gabrîel çend meh berê çûbû serdana welatên Kendavê.