Medvedev diçe DYA
Nîqaşên piştî destwerdana Rûsyayê ya li Sûriyeyê destpê kirin, dewma dikin. Hat ragihandin ku Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev diçe DYA.
Nîqaşên piştî destwerdana Rûsyayê ya li Sûriyeyê destpê kirin, dewma dikin. Hat ragihandin ku Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev diçe DYA.
Nîqaşên piştî destwerdana Rûsyayê ya li Sûriyeyê destpê kirin, dewma dikin. Hat ragihandin ku Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev diçe Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA). Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn rexne kir, ku welatên rojavayê bi wan re îstîxbaratê parve nakin.
Vladîmîr Pûtîn ê ku di forûmeke aboriyê ya li Moskowayê de axivî anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, li Sûriyeyê îstîxbaratê parve nake. Pûtîn diyar kir ku parvekirina îstîxbaratê ji aliyê têkoşîna li hemberî rêxistinên terorê de girîng e û da zanîn ku ji bo çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê peyda bibe, girîng e ji derve ve destekek leşkerî were dayîn.
DYA û welatên Rojavayî, Rûsyayê rexne dikin ku li şûna DAIŞ'ê, li hêzên mûxalîfê Esad dixe.
Pirsgirêkeke din a di navbera welatên Rojavayî û Rûsyayê de, li ser mijara koordînasyona balafirên şer e. Hat ragihandin ku duh du balafirên şer ên DYA û Rûsya li cihekî gelekî nêzî hev firiyane û di kêliya dawî de li hev neketine. Der barê koordînasyona balafiran de rayedarên DYA û Rûsya roja Yekşemê li hev civiya bûn.