Merkelê sînyala dersînorkirinê da

Hat ragihandin, ku ji ber zêdebûna ji nişka ve ya hemara penaberan li gelek bajarên Elmanyayê pirsgirêka cidî ya avahiyan rû daye. Ji Serokwezîr Merkel jî sînyala zêdebûna dersînorkirinê hat.

Hat ragihandin, ku ji ber zêdebûna ji nişka ve ya hemara penaberan li gelek bajarên Elmanyayê pirsgirêka cidî ya avahiyan rû daye. Ji Serokwezîr Merkel jî sînyala zêdebûna dersînorkirinê hat.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, di organîzasyona partiya xwe CDU ya li eyaleta Sachsenê de peyivî û anî ziman ku ew ê ji bo dersînorkirina penaberên mafê rûnişt û penaberiyê wernegirtine, helwesteke tundtir nîşan bidin.

Merkel, ji bo dersînorkirina koçberên nikarîn mafê rûniştinê werbigirin xwest, 'helwesteke zelal' bê nîşandan û got, "Ya rast, di vî warî de (di mijara dersînorkirinê) de em 'zêde baş' nînin."

Merkel ragihand ku rêjeya koçberên der heqê wan de biryara dersînorkirinê hatiye dayîn û hatine vegerandin ji sedî 33 ye û diyar kir ku ev rêje li Yewnanîstanê ji sedî 44, li Brîtanya Mezin ji sedî 73 ye. Merkel di axaftina xwe de xwest hîn bêhtir giraniyê bidin dersînorkirinan û anî ziman ku hêza wan heye vê yekê bikin.

Merkel bibîr xist ku bi qasî 100 hezar penaberên li Elmanyayê serlêdan kirine ji welatên Balkanan hatine û hema hema ti ji van xwedî mafê penaberiyê nîne. Serokwezîra Elman bi vî rengî ragihand, ku wê dersînorkirin di destpêkê de bi koçberên ji welatên Balkanan ên di statuya 'welatê ewle' de ye, bê kirin.

Hejmara penaberên ji destpêka salê û vir ve xwe gihandine Elmanyayê 577 hezar e. Ji van bi tenê 303 hezar kesan serlêdana penaberiyê kirine. Lê belê tevî vê yekê jî, ev hejmara digihêje rêjeya herî bilind a serlêdanên penaberiyê ya piştî Duyemîn Şerê Cîhanê.