Li hemberî mizgeftek li Nîjeryayê êrîşa bombeyî: Bi dehan mirî

Li bakurrojhilatê Nîjeryayê, ji ber êrîşeke bombeyî ya çeteyên Boko Haramê, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li bakurrojhilatê Nîjeryayê, ji ber êrîşeke bombeyî ya çeteyên Boko Haramê, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Maîdûgûrî, ku yek ji cihên herî zêde êrîşên Boko Haram lê rû didin, di dema nimêjê de li hemberî mizgeftekê êrîşeke bombeyî hat kirin. Hat ragihandin ku di vê êrîşê de gelek çeteyan bi carekê ve bombeyên li ser xwe teqandine.

Li gorî îfadeya şahidên bûyerê, kesên ku bi hinceta kirina nimêjê ketine mizgeftê, bombeyên li ser xwe teqandine. Piştî teqînê ti ji mirovên li mizgeftê nikarîne birevin. 

Li gorî agahiyên ji aliyê milîsên herêmî ve hat dayîn, piştî teqînê herî kêm 42 cesed ji mizgeftê hatin derxistin.

Di êrîşên çeteyên Boko Haram de, ku ji sala 2009'an û vir ve dijwar kiriye, heta niha bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane. Boko Haram a bîatê ji AIŞ'ê re dike, îdîa dike ku dixwaze li herêmeke ji xaka Nîjerya û welatên cîran dewleteke cuda ava bike. Heta niha bi komkujiyên li hemberî sivîlan, navê xwe daye bihîstin.