Ji bo pêşketinê 17 armancên bingehîn ên NY
Di Civîna Bilind a Pêşketinê ya NY de, armancên ji bo 'Cîhaneke dikare lê were jiyîn' ên heta sala 2030'î, hatin qebûlkirin.
Di Civîna Bilind a Pêşketinê ya NY de, armancên ji bo 'Cîhaneke dikare lê were jiyîn' ên heta sala 2030'î, hatin qebûlkirin.
Di Civîna Bilind a Pêşketinê ya roja Înê bi beşdariya lîderên 150 welatan li Navenad Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat lidarxistin de, armancên ji bo 'Cîhaneke dikare lê were jiyîn' ên heta sala 2030'î, hatin qebûlkirin. Di nava armancên li civîna bilind hatin qebûlkirin de 17 serenav û 169 'armancên jêrnav' hene.
Bi bernameya pêşketinê ya NY dimeşîne re, mijara herî zêde li ser tê rawestîn, têkoşîna li hemberî xizaniyê ye. Her wiha, gelek armancên weke mezinbûna aboriyê, perwerde, tenduristî, parastina civakê û bêkarî jî derdikevin pêş.
Ji bo pêşketinê, armancên; pêşîgirtina li şîdeta li hemberî jinê, wergirtina perwerdeyê li sîstemeke bi kalîte ya wekhkev a xwendekarên jin û mêr, kêmkirina mirinên pitikan derdikevin pêş.
JI BO PÊŞKETINÊ 17 ARMANC
Di civîna bilind a NY de 17 armancên di vê çarçoveyê de hatin qebûlkirin, bi vî rengî ne:
1- Li hemû welatên cîhanê, xizanî bê qedandin.
2- Dawî li birçîbûnê bê anîn; ewlekariya xwarinê, peydakirina derfetên xwedîkirinê û desteka ji bo çandiniyê.
3- Hemû mirov bibin xwedî jiyaneke baş û di her temenî de jiyaneke aram a mirovan hebe. Bi taybetî mirina pitikan bê kêmkirin.
4- Zarokên keç û mêr bibin xwedî perwerdeyeke wekhev û bi kalîte; ji her kesî re bêdawî derfetên perwerdeyê bên dayîn.
5- Peydakirina ava paqij.
6- Wekheviya zayendî bê pêkanîn; ji bo vê dawî li şîdeta li hemberî jinê were anîn û cihê jin û zarokên keç ên di nava civakê de bê xurtkirin.
7- Enerjiya pêbawer, dewamî û modern were hilberîn.
8- Pêşvebirina ekonomiyê û ewlekirina mercên xebatê li gorî rûmeta mirovan.
9- Binesaziyeke qewîn bê avakirin û ji bo vedîtinên nû teşwîk were kirin.
10- Welat di nava xwe yan jî nava welatan de, newekhkeviyê kêm bikin.
11- Li bajaran ji gel re derfetên çûn û hatinê û stargehê yên erzan bên dayîn.
12- Bikaranîn û hilberîna herdemî were rûniştandin û dawî li îsrafa xwarinê bê anîn.
13- Ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê û bandora wê, bi lezgînî gav werin avêtin.
14- Ji bo pêşvebirineke herdemî, okyanûs, derya û çavkaniyên deryayî werin parastin, bi vî rengî bên bikaranîn.
15- Ekosîstemên bejahî bên parastin, restorekkirin û herdemîkirin; daristan werin parastin.
16- Ji bo pêşketineke herdemî, çareseriyên aştiyane bên dîtin, her kes karibe xwe bigihîne edaletê.
17- Ji bo pêşketineke herdemî, hevkariya global ji nû ve were zindîkirin.