Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) da xuyakirin, ku rêjeya alîkariya însanî ya ji bo penaberên ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê neçar mane welatê xwe biterikîne, hatiye zêdekirin.
Ji berdevkên Qesra Spî Josh Earnest diyar kir ku welatê wî wê bi 419 mîlyon dolarên din alîkariya însanî bike. Bi vî rengî wê alîkariya însanî ya DYA ji sala 2011'an û vir ve kiriye, bigihêje 4,5 mîlyar dolarî.
Rêveberiya DYA, alîkariya însanî bi rêya ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî û saziyên civakî yên sivîl ên li ser Sûriyeyê xebatan dimeşînin, radigihîne. DYA di mijara alîkariya malî ya ji ber şerê li Sûriyeyê de, di rêza yekemîn de ye.