Reforma nû ya îstîxbaratê ya li Elmanyayê hat erêkirin

Pêşnûme reformê ya ku erk û wezîfeyên rêxistinên îstîxbarata navxweyî û BND ên federal û li eyaletan ji nû ve sererast dike, ji aliyê Bûndesrat a ku weke Meclîsa Eyaletan tê zanîn ve hat qebûlkirin.

Bi reformê re bi taybetî berpirsyariya li ser xeteriyên sîber ji îstîxbarata derve Servîsa Agahîstendinê ya Federal (BND) re tê dayîn.

Di çarçoveya reforma nû de, tê xwestin ku parvekirina agahiyan di navbera rêxistina îstîxbaratê ya hundir Daîreya Parstina Destûra Bingehîn a Federal (BfV) û buroyên rêxistinên Parastina Destûra Bingehîn ên Eyaletan, were xurtkirin.

ERKÊN BfV TÊN ZÊDEKIRIN

Bi vê reformê re BfV dibin xwedî erkeke zêdetir. Li gorî vê yekê wê BfV karibe dest li bûyerên xeteriya şîdetê werdin.

Di pêşnûme qanûnê de her wiha tê xwestin ku pîvan û sînorên wergirtina sîxuran ji nû ve bên sererastkirin. Mûxbîrên weke 'V-Leute' tên binavkirin, ji bo xwe berdin nava rêxistinên rastgirên tund û rêxistinên çep-sosyalîst tên bikaranîn.