Ji Rûsyayê nerazîbûna li dijî projeya atomê ya DYA ya li Elmanyayê
Projeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo modelên nûjenkirî yê çekên nukleerî yên li Elmanyayê û anîna bombeyên nû yên atomê, rastî nerazîbûna Rûsyayê hat.
Projeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo modelên nûjenkirî yê çekên nukleerî yên li Elmanyayê û anîna bombeyên nû yên atomê, rastî nerazîbûna Rûsyayê hat.
Rûsyayê der barê planên DYA yên atomê yên li baregehên xwe yên li Elmanyayê de hişyarî da û diyar kir ku ev yek wê bibe sedem ku Rûsya tedbîrên pêwîst ên dijber werbigire.
Di bernameya bi navê Frontal 21 a li televîzyona dewletê ya Elman ZDF de êvara Sêşemê hat weşandin hatibû ragihandin, ku DYA wê li nêzî gundê Buchel in der Eifel a ser bi eyaleta Rheinland-Pfalzê 20 bombeyên atomê yên bi tîpa B61-12 bi cih bike. Di bernameyê de hatibû ragihandin ku ev bombe wê li şûna çekên din ên atomê yên di dema Şerê Sar de li Elmanyayê hatibûn bicihkirin werin bicihkirin û bi vê armancê xebatan destpê kirine.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin, ku di rewşeke şerekî gengaz de wê balafirên şer ên Elman, ji bo êrîşên dijber, bi awayekî; bombeyên atomê lê barkirî wê bi hewa bikevin.
RÛSYA: EM Ê NEÇAR BIMÎNIN TEDBÎRÊN DIJBER WERBIGIRIN
Rûsya jî, ku piştî krîza Ûkraynayê têkiliyên xwe yên bi welatên rojavayî re ket rewşeke aloz, da xuyakirin ku ew ê li hemberî hebûna çekên nukleerî yên li Elmanyayê bêdeng nemîne. Yek ji berdevkên hikûmeta Rûsyayê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku planên DYA yên li ser çekên nukleerî yên li Elmanyayê wê 'hevsengiya hêzê ya li Ewropayê' bixe rewşeke xetere.
Berdevkê hikûmetê got, "Û ev yek bêguman wê Rûsyayê neçar bihêle ku tedbîrên dijber ên pêwîst bigire." Berdevk diyar kir ku di vê rewşê de welatê wî dikare pêngavên dijber biavêje.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, tevî baregeha xwe ya li Buchel in der Eifel, li baregehên xwe yên li Volkel a li Hollanda, Kleine Borgel a li Belçîka, Avîano û Ghedî yên li Îtalya û Încîrlîk a li Tirkiyeyê çekên nukleerî bi cih kiriye.
Pispor di wê baweriyê de ne u bi çek û bombeyên roja îro yên hatine nûjenkirin re, ji dema Şerê Sar bêhtir, zerarên mezin dikarin rû bidin.
HIKÛMETÊ DI DESTPÊKÊ DE GOTIBÛ 'VEKIŞÎNIN' DÛRE GARANTIYA MAYÎNÊ DABÛ
Li Elmanyayê, di peymana hikûmeta koalîsyonê ya Demokratên Xiristina (CDU-CSU) û demokratên lîbela (FDP a sala 2009'an de dihat xwestin ku DYA çekên xwe yên nukleerî yên li Elmanyayê vekişîne. Lê belê di sala 2012'an de heman hikûmetê helwest guherand û garantî dabû NATO'yê ku bombeyên atomê yên DYA dikarin li welatê wan bimîne.