Lêpirsîna di nava FIFA de kûr dibe: Li Blatter hat pirsîn

Lêpirsîna nelirêtiyê ya di nava Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) de kûr dibe.

Swîsre, ku li ser daxwaza DYA li hemberî FIFA dest bi operasyona nelirêtiyê kir, der heqê Serokê FIFA Sepp Blatter de lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgerê Swîsreyî Mîchael Laûber da xuyakirin, ku piştî derketina ji civîna Desteya Rêveber a FIFA'yê, îfadeya Blatter hatiye girtin.

Serdozger ragihand, ku Serokê UEFA Mîchael Platînî yê wê di dema pêş de bikeve şûna Blatter, weke 'şahid' lê hatiye guhdarîkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Navenda Giştî ya FÎFA lêgerîn hatiye kirin û hin belgeyên li ofîsa Blatter hatine desteserkirin.

Di navenda lêpirsîna dawî ya li hemberî FIFA de, peymana di 12'ê Îlona 2005'an de bi Yekîtiya Futbolê ya Karayîpê hatiye morkirin, hene. Serdozgerî di wê abweriyê de ye ku peyman li dijî berjewendiyên FIFA ye û di dema bicihanîna peymanê de Blatter 'wezîfeya xwe ya mutemetî' binpê kiriye.

Serdozgerî bi guman e ku Sepp Blatter bi awayekî li dijî ûsulan 2 mîlyon frangê Swîsreyê daye Serokê UEFA Mîchael Platînî. 

Gumanên nelirêtiyê yên ji FIFA tên kirin, ev saleke zerareke cidî daye îtibara yekîtiyê ya li qada navneteweyî. Di destpêkê de derketibû holê ku di dengdayîna li ser kûpayên cîhanê yên 2018 û 2022'an ya FIFA de, delegeyên hin welatan bertîl dane û bi saya vê yekê organîzasyonên van salan ên kûpayê ji Rûsya û Qatarê re hatine dayîn.

Di hefteya derbasbûyî de jî ji ber îdîayên nelirêtiyê Sekreterê Giştî yê FIFA Jerome Valcke ji wezîfeyê hatibû girtin.