NY ku li gorî fonên ji welatên endam werdigire, hedefên gelekî jê mezintir jê tê xwestin, ji bo pêkanîna armancên xwe gelek caran dibe hewcedarê şîrketên ji aliyê malî ve di rewşeke nîqaşê de ne.
Li gorî raporê, tevî berpirsyariyên xwe yên li cîhanê, hewcedariyên NY jî zêde dibin û zehmetiyan dikişîne ku bi rêya welatên endam ve xwe fînanse bike. Ji ber ku welatên endam bi têrkerî tevkariya malî li NY nakin, ev rêxistinbûyîn hîn bêhtir bi sektora taybet ve tê girêdan.
Di serî de DYA ji ber ku gelek welaten endam tevkariya ji bo NY li gorî rêjeya mezinbûnê zêde nakin, rêxistinê ji neçarî berê xwe da şîrketên navneteweyî û bexşandinên sazî û kesan.
Li gorî rapora GPF, aktorên ekonomîk ên li sektora taybet, 'stratejiya têkiliya bi gel re' bi pêş xistin û xwe weke partnerên 'hêja', 'pê bawer' û 'xwedî berpirsyariya civakî' yên Neteweyên Yekbûyî, didin pênasekirin.
Ji ber vê yekê, dema navê Neteweyên Yekbûyî û hin şîrketên cihê nîqaşê ne, ji ber alîkariya madî bi hev re tên bilêvkirin, hingî bêalîbûna Neteweyên Yekbûyî zerarê dibîne.
Şefê Maseya Ewropayê ya GPF Jens Martens da xuyakirin ku budçeya salane ya Netweyên Yekbûyî ku 193 endamên wê pêşkêş dike 40 mîlyar dolar e. Martens diyar kir ku ev yek ji budçeya bajarê New Yorkê jî kêmtire û yek ji sê çar parên budçeya Yekîtiya Ewropayê ye.
Barbara Adams a di amadekirina raporê de rola rêveberiyê lîst anî ziman ku bi taybetî dewletên mezin di mijara polîtîkayên pêşvebirinê de bendewariyên mezin ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin, lê belê tevî van bendewariyan jî tevkariya li NY dikin, kêm e. Ev yek jî dibe sedem ku NY ji bo bigihêje armancên xwe, divê hewcedarî sektora taybet be.