Fransa keştiyên şer ên Mîstral difiroşe Misirê
Fransa, keştiyên şer ên bi tîpa Mîstral ku ji ber pêkanînên di kêliya dawî de firotina wan a ji bo Rûsyayê betal kir, difiroşe Misirê.
Fransa, keştiyên şer ên bi tîpa Mîstral ku ji ber pêkanînên di kêliya dawî de firotina wan a ji bo Rûsyayê betal kir, difiroşe Misirê.
Li gorî agahiyên ji derdora nêzî Wezîrê Parastinê Jean-Yves Le Drîan hat wergirtin, li hev hatiye kirin ku 2 keştiyên şer ên Mîstral di berdêla 950 mîlyon Euroyî ji Misirê re bê firotin. Li gorî vê peymanê wê keştiyên şer di Adara pêş de bên teslîmkirin.
Di çarçoveya peymanê de wê pisporên keştiyê bi kar bînin werin perwerdekirin. Ji muzakereyên li ser transfera teknolojî û çekên di keştiyan de werin bikaranîn jî, heta niha encamek bi dest neketiye.
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande jî da xuyakirin ku bi firotina 2 keştiyên bi tîpa Mîstral ji bo Misirê re, wê welatê wî 'bêyî bikeve zerarê' pirsgirêkê çareser bike.
Hêjayî gotinê ye, di dema Serokkomariya Nîcolas Sarkozy de peyman hatibû morkirin ku 2 ji van keştiyan ji Rûsyayê re bê firotin. Lê belê piştî krîza Ûkraynayê ji ber pêkanînên ekonomîk û leşkerî yên li ser Rûsyayê, firotina van keştiyan hatibû betalkirin.