Bîlançoya êrîşên li Nîjeryayê giran dibe
Bîlançoya êrîşên çeteyên Boko Haram ên roja Yekşemê li Nîjeryayê pêk anîn, giran dibe. Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê, di êrîşan de herî kêm 117 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li paytexta eyaleta Borno ya Nîjeryayê Maîdûgûrî, roja Yekşemê bi hevdemî êrîş hatin kirin. Hat ragihandin ku hejmara mirovên di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, ji daxuyaniya polîsan gelekî zêdetir e. Li Nexweşxaneya Zanîngeha Maîdûgûrî herî kêm 72 kesên jiyana xwe ji dest dan hatin qeydkirin. Hat ragihandin ku cenazeyê 45 kesan jî rakirine morga nexweşxaneyeke li bajêr.
Maîdûgûrî bajarekî ku çeteyên DAIŞ'ê timî êrîş dike, ye. Lê belê heta niha êrîşeke ewçend mezin nehatibû kirin.
Êrîşên li hemberî vî bajarî, piştî ku Mûhammed Bûharî hilbijartinên serokatiyê qezenç kir, ji Gulanê û vir ve zêde bûne.