Herikîna penaberan û skandala Volkswagen dibe ku bêkariyê zêde bikin

Serlêdanên penaberiyê yên îsal di asta rekorê de tên kirin û skandala Volkswagen a di qada aboriyê de xwedî cihekî girîng e, tê payîn ku rêjeya bêkariyê ya li Elmanyayê zêde bikin.

Li Elmanyayê ku part 203 hezar serlêdanên penaberiyê hatin kirin, îsal di 8 mehên destpêkê de 256 hezar serlêdan hatin kirin. Tê texmînkirin ku ev serlêdan heta dawiya salê bigihêje 600 heta 800 hezarî. Piştî pêvajoya 3 mehan, destûra xebatê ji penaberan re tê dayîn.

Li aliyê din, çend roj berê derketibû holê ku kargeha mezin a otomotîvê Volkswagen, rêjeya gazên bi zerar ên wesayîtên xwe kêm nîşan daye. Piştî vê skandalê, qîmeta parên Volkswagen ên di borsayên cîhanê de gelekî kêm bûbû û tê payîn ku ev yek yekser bandorê li sed hezar kesên li şîrketê dixebite bike.

Ev rewşa ku di dema dawî de rû daye, tê texmînkirin ku bandoreke neyînî li bazara kar a li Elmanyayê bike. Elmanya bi rêjeya ji sedî 6,4 re di nava Ewropayê de welatê ku bêkarî herî kêm lê heye.

Analîstê ekonomiyê Rolf Schneider anî ziman ku ji ber zêdebûna hejmara penaberan, bikaranîna li nava bazara hundirî wê di demeke kurt de zêde bibe û îdîakir ku di asta destpêkê de ev yek wê bandoreke neyînî li ser mijara bêkariyê neke. Schneider di wê baweriyê de ye ku windahiya ji ber skandala Volkswagenê rû da, wê bandora neyînî li bazara kar bike.

Hînê baş nayê zanîn ku hejmara penaberan a zêde wê di kîjan astê de bandorê li bazara kar bike. Ev yek bi dema domandina dozên penaberan ve jî tê girêdan.

Her wiha hêza kar a ku ji welatên weke Yewnanîstan û Îtalyayê yên di nava krîzê de ne bê, tê payîn ku bandorê li rêjeya bêkariya li Elmanyayê bike.