DYA: Em dikarin bi Rûsyayê re li Sûriyeyê hevkariyê bikin
Tevî ku tê îdîakirin Rûsyayê hêza xwe ya leşkerî li Sûriyeyê bi cih kiriye, DYA'ê da xuyakirin ku ew dikarin bi Rûsyayê re li ser hin mijaran hevkariyê bikin.
Tevî ku tê îdîakirin Rûsyayê hêza xwe ya leşkerî li Sûriyeyê bi cih kiriye, DYA'ê da xuyakirin ku ew dikarin bi Rûsyayê re li ser hin mijaran hevkariyê bikin.
Wezîrê Parastinê yê DYA Ashton Carter da xuyakirin ku ew dikarin bi Rûsyayê re li Sûriyeyê hevkariyê bikin. Carter diyar kir ku ji bo hevkarî bê kirin, şert e Rûsya li Sûriyeyê li çareseriya siyasî bigere û nehêle ku êrîş li hemberî mûxalîfên Esad bê kirin.
Carter got, "Eger Rûsya dixwaze ji pirsgirêkê re çareseriyeke siyasî bibîne û êrîşî hemû mûxalîfên Beşar Esad neke, hingî em ê karibin qadên hevkariyê bibînin."
DYA îdîa dike ku Rûsya di hefteyên dawî de li rojavayê Sûriyeyê bajarê Lazkiye û derdora wê, balafir, helîkopter û tank bi cih kiriye. Duh jî li ser îdîaya 'Rûsya li herêmê baregeheke leşkerî ava kiriye' wêneyek hatibû weşandin.
Rûsya, di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê di sala 2011'an de destpê kir de, bi desteka xwe ya siyasî ji bo rejîma Esad derdiket pêş.