OECD: Koçberî bandorek neyînî li bazara hêza kar nake

Di rapora koçberiyê ya sala 2014'an a ji aliyê OECD ve hat weşandin de hat ragihandin, ku koçberiya ber bi welatên endamê rêxistinê ve, wê heta dawiya vê salê zêde bibe.

Di rapora koçberiyê ya sala 2014'an a ji aliyê OECD ve hat weşandin de hat ragihandin, ku koçberiya ber bi welatên endamê rêxistinê ve, wê heta dawiya vê salê zêde bibe. Di raporê de hat destnîşankirin ku piraniya koçberan wê tevkariyê li hêza kar a welatiyên pîşesaziyê bikin.

Li gorî Rapora Koçberiyê ya sala 2014'an a ji aliyê Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirina Aboriyê (OECD) ve hat weşandin: par 4,3 mîlyon koçber hatine welatên endamê yekîtiyê. Hat ragihandin ku hejmara koçberan li gorî sala 2013'an bi rêjeya ji sedî 6'an zêde bûye. Hat gotin ku beşeke girîng a koçberan penaber in û tê payîn ku hejmara koçberan heta dawiya vê salê, bigihêje asteke bilind.

OECD di rapora xwe de cih da hejmarên Ajansa Ewlekariya Sînorê Ewropayê (Frontex) yên li ser hatina qaçax a li welatên Yekîtiya Ewropa (YE). Di sala 2014'an de 280 hezar kes bi qaçaxî xwe gihandin nava YE. Ji destpêka vê salê heta meha Tebaxê, ev hejmar gihîşt 500 hezarî.

Piraniya kesên bi qaçaxî tên, penaber in û bi rêjeya ji sedî 21'an re Sûriye di serlêdanên penaberiyê de di rêza yekemîn de cih digirin. Di rêza duyemîn de bi rêjeya ji sedî 9,6 Kosovayî û di rêza sêyemîn de jî bi rêjeya ji sedî 6,4 jî welatiyên ji Erître cih digirin.

WÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI BAZARA KAR NEKE

Di rapora OECD de hat destnîşankirin ku koçberiya ber bi welatên Ewropayê ve wê bandoreke neyînî li budçeya dewletan û bazara hêza kar neke.

Di raporê de hat ragihandin ku bi taybetî Sûriyeyî li gorî penaberên din bêhtir kalîfiye ne û ji bo vê jî hevoka "Koçber ji aliyê giştî ve, ji wergirtinê bêhtir tevkariyê dikin" hat bikaranîn.

Hat gotin ku di nava koçberên di 10 salên dawî de koç kirine de hejmara xebatkarên tenduristiyê, dermanfiroş, hemşîre û doktoran ji sedî 60 e. Raporê destnîşan kir ku welatên ev koçberî li wan çêdibe wê bêhtir bibin xwedî qezencê.

Di dewama raporê de bal hat kişandin ser koçberiya zêde ya ber bi welatên mezin ên mîna Elmanyayê û hat gotin ku ji ber extiyarbûyîna nifûsa li van welatan, ev yek wê bandoreke erênî bike.

Koçberiya ber bi 34 welatên endamê OECD, di nava 10 salen dawî de hejmara herî bilind bi 4,7 mîlyonan re di sala 2007'an de xwe da der. Ev hejmar di sala 2008'an de 4,4 mîlyon, herî dawî di sala 2012'an de 4 mîlyon û di sala 2013'an de jî 4,1 mîlyon bû.