Pêşnûme qanûna ji aliyê Partiya Keskan a di koalîsyona hikûmeta eyaleta Nordrhein-Westfalen de cih digire ve hat amadekirin, ji aliyê Meclîsa Eyaletan (Bûndesrat) ve hat qebûlkirin. Bi vê pêşnûmeyê re tê xwestin, ku xwedîkarên kedanî bes çêlikên nêr bikujin.
Li gorî vê yekê, wê pêşî li qetilkirina ji ber sedemên aborî ya çêlikên nêr bê girtin. Ji bo şîrketên karê goşt û hêkan dikin, xwe li gorî qanûna nû rêk û pêk bikin, heta sala 2017'an wê wext ji wan re bê dayîn.
Di beşa sedemê ya pêşnûme qanûnê de tê destnîşankirin ku kuştina çêlikên nêr a ji ber hinceta 'ji ber ku nikarin hêkê bikin' şaş e.
Wezîrê çandiniyê yê Nordrhein-Westfalen Johanne Remmel der barê mijarê de agahî da Bûndesratê û got, "Heywan ne tiştekî tê avêtin e. Îsal li gelemperiya welêt 50 hezar çêlikên nêr bi gazê hatin qetilkirin an jî eciqandin. Ev yek nayê qebûlkirin."