Çîpras desteya wezîran a koalîsyona nû ava kir

Lîderê Syrîza Aleksîs Çîpras ê di hilbijartinên roja Yekşemê yên li Yewnanîstanê de careke din bi ser ket, desteya nû ya wezîfeyan ava kir.

Çîpras, mîna beriya hilbijaritnê bi Partiya Yewnanên Serbixwe (Anel) re koalîsyon çêkir û di desteya nû ya wezîran de cih da piraniya wezîrên berê.

Lîderê Anel Panos Kammenos careke din bu Wezîrê Parastinê. Ji bo Wezareta Maliyeyê jî dîsa Eûkleîde Tsakalotos hat wezîfedarkirin. Ji bo alîkariya Tsakalotos jî Yorogs Hûlîarakîs hat wezîfedarkirin, ku Hûlîarakîs muzakereyên bi Yekîtiya Ewropa û saziyên din ên krediyê re bi rê ve bir.

Wezîrê berê yê tenduristiyê Panayotîs Kûrûblîs bû Wezîrê karên Hundir û Yorgo Stathakîs jî weke Wezîrê Ekonomî û Pêşvebirinê cihê xwe di nava desteya nû ya wezîran de girt. Nîkos Kotzîas jî bû Wezîrê Karên Derve.

Di desteya nû ya wezîran de tevî 16 wezîran, 30 alîkarên wezîran û sekreterên dewletê (musteşar) cih digirin.

Hikûmeta Syrîza ya bi Herêma Euro, Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) re muzakereyan dike, neçar mabû plana sêyemîn a rizgarkirinê qebûl bike. Piştî qebûlkirina planê, komek çep a di nava partiyê de û Serokwezîr Aleksîs Çîpras ji ber nîqaşên li nava raya giştî îstifa kir û biryara hilbijartinê girt. Di hilbijartinên roja Yekşemê de Syrîza ji sedî 35.5 ê dengan wergirt û ji 300 kursiyên li parlamentê bû xwedî 145 kursiyan.