Saziyên alîkariyê li dijî polîtîka Elmanya ya li ser penaberan derketin
Li Elmanyayê, bi zêdebûna hejmara penaberan re hikûmeta federal hewl dide qanûnên xwe yên penaberiyê tund bike. Ev hewldan rastî nerazîbûna rêxistinên mafên mirovan tê.
Li Elmanyayê, bi zêdebûna hejmara penaberan re hikûmeta federal hewl dide qanûnên xwe yên penaberiyê tund bike. Ev hewldan rastî nerazîbûna rêxistinên mafên mirovan tê.
Gelek ji xalên di pêşnûme qanûna nû ya penaberiyê de cih digirin, ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê ji partiya CDU Thomas de Maîzîere ve hatiye amadekirin, rastî rexneyên tund ên rêxistinên mafên mirovan tên. Saziyên mafên mirovan di we baweriyê de ne ku bi qanûnîbûna pêşnûmeyê re 'şensê ahengiyê' yê penaberan li Elmanyayê namîne.
Yek ji xalên pêşnûme qanûnê ku rastî rexneyên tund tê ew e, ku ji mirovên li welatekî din ê Yekîtiya Ewropayê serlêdana penaberiyê kiriye yan jî ji ber ku serlêdana penaberiyê hatiye redkirin li benda dersînorkirinê ye, alîkariya civakî neyê dayîn.
Xaleke din a pêşnûmeyê ew e ku penaberên serlêdan kirine, heta bi encam bûna dozên serlêdanê li 'navendên serlêdana destpêkê' werin ragirtin e. Ev jî tê wê wateyê ku penaber dikarin bi mehan an jî bi salan di nava jiyana zehmet a kampê de bên ragirtin.
Saziya bi navê Pro-Asyl a ji bo alîkarîdayîna penaberan hatiye avakirin, di wê baweriyê de ye ku li şûna ragirtina penaberan demeke dirêj li kampên giştî, divê ji van qadan bên derxistin. Pro-Asyl ji bo penaberên ji welatên Sûriye, Iraq û Afganîstanê jî dixwaze ku di dema herî kurt de karibin li malên cem xizmên xwe bi cih bibin.
Nuqteyeke din a ku tevî Pro-Asyl Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) bi taybetî li ser disekinin ew e, ku gelek welat ji aliyê Elmanyayê ve ti statuya 'welatê ewle' de tê ragirtin û temamiya penaberên ji van welatan tên, serlêdana wan a penaberiyê tê redkirin. Komeleyên mafên mirovan bal kişandin ser rîska penaberên werin dersînorkirin lê rast bên.
KOTAYA PENABERAN LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E
Pratîkeke din a ku Pro-Asyl û Amnesty li dij derdikeve, sîstema kota ye ku li gorî vê yekê wê welatên Yekîtiya Ewropa ji Yewnanîstan û Îtalyayê 120 hezar penaberan werbigirin. Pro-Asyl diyar kir ku Yekîtiya Ewropa 'li ser kaxizan çareseriyê diafirîne' û da zanîn ku şandina penaberan li derveyî daxwaza wan ji bo welatekî, dûrî ji rastiyê ye.
Nuqteya herî girîng a saziyên mafên mirovan li ser disekinin ew e, ku ji ber rewşa nediyar a piştî serlêdana penaberiyê, penaber nikarin jiyana xwe li gorî welatê lê ye, sererast bike.