Hejmara kesên li Hecê mirin gihişt 717 kesan

Li bajarê Mekke yê Siûdî Erebîstanê di encama îzdîhama farîzeya Hecê de kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 717 kesan.

Li gor daxuyaniya Siûdî Erebîstanê di dema kevirkirina şeytên de ji ber sedemeke hê nehatiye zanîn îzdîhameke mezin rû da. Di encama îzdîhamê de 717 heciyan jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm 400 kes jî birîndar in.

Hate ragihandin ku ji bo tahliyeya mirî û birîndaran xebat didomin, 4 hezar wezîfedar û 200 ambûlans mirî û birîndaran dikişînin nexweşxaneyan.

Hate diyarkirin ku îzdîham dema kevirkirina şeytên de, heciyên xwestin ji qatê sêyemîn biçin qata zemînê û ji wir biçin deriyê mezin ê Mekkeyê li ser derenceyên dimeşiyan rû da.