Elmanya wê penaberên zarok jî li nava eyaletan parve bike

Li Elmanyayê bi zêdebûna serlêdanên penaberiyê re hejmara penaberên zarok ên ji malbata xwe cuda hatine jî zêde dibe. Hikûmet plan dike ku penaberên zarok jî mîna penaberên din li nava eyaletan parve bike.

Wezîra Malbatê Manûela Schwesîg pêşnûmeyeke nû pêşkêşî Meclîsa Federal (Bûndestag) kir. Li gorî vê pêşnûmeyê, penaberên zarok ku tê payîn hejmara wan heta dawiya vê salê bigihêje 30 hezarî, wê li nava eyaletan bên belavkirin. 

Di pêşnûmeyê de hat ragihandin, ku penaberên zarok heta roja îro li kampên li bajarên serlêdana penaberiyê lê kiribûn dihatin bicihkirin, lê belê ji ber zêdebûna hejmara penaberan, ev wargehên li bajaran têrê nakin.

Bi vî rengî wê zarokên ku ne bi malbata xwe re, lê bi tenê hatine welêt û serlêdana penaberiyê kirine, wê li gorî nifûsa eyaletan, werin belavkirin. Ev rêbaz, bi biryareke rojên dawî re bi tenê ji bo penaberên emrê wan mezin, derbasdar bû.

Wezîra Malbatê Schwesîg bibîr xist ku hikûmeta Federal bi biryareke di roja Pêncşemê de wergirtî re, wê fonek ji 350 mîlyon Euro ji komunan re ragihîne. Schwesîg da zanîn ku 1 mîlyar euro yê ji fona 'pere xwedîkirina zarokan' (Betruungsgeld) ê di mehên bihurî de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat betalkirin, ji bo wargehên ciwanan ên penaberên zarok lê werin bicihirin, dikare bê bikaranîn.

Hêjayî gotinê ye par 4 hezar 398 zarokan ji malbatên xwe cuda li Elmanyayê serlêdana penaberiyê kiribûn. Ev hejmar di 6 mehên destpêkê yên sala 2015'an de gihaşt 3 hezar 375 kesan.