EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Saarbrûcken’ê têkildarê çekên kîmyewî stanta agahdarkirinê hate danîn
Endamên Meclîsa Jinê ya Şîrîn Elemhûlî, bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Kurdistanê û bêdengiya navnetewî ya li hemberî wê teşhîr kirin. -
Çalakî di roja 4’an de ji aliyê YJK-E NRW’yê ve devr hat girtin
Di 4’mîn roja çalakiya konvedanê ya li Dusseldorfê Hevberdevka YJK-E Ayten Kaplan bang li hemû gelên li dijî şerin kir û ew vexwandin ku piştewaniya gelê Kurd bikin. -
Çalakiya konvedanê ya li Berlînê di roja duyemîn de dewam kir
Çalakiya konvedanê ya bi armanca teşhîrkirina karanîna çekên kîmyewî li hemberî xakên Kurdistanê û gelê Kurd hatibû destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de li Brandenbûrger Tor’ê hat vedan. -
Li Basselê stanta agahdarkirinê hat danîn
Endamên Meclîsa Jinê ya Ronahî li bajarê Basselê bi armanca teşhîrkirina êrişên dagirkerî û bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk stant danî. -
Êrişên kîmyewî li Osloyê hat şermezarkirin
Li Osloyê ya ku paytexta Norweçê ye Kurdistaniyan êrişên kîmyewî protesto kirin. -
Ji bo sê şehîdên li Qamişlo, li Helsîngbûrg a Swêdê sê rojan taziye hat danîn
Kurdistaniyên li Helsîngbûrg a Swêdê ji bo her 3 şehîdên ji malbata Gulo ku di êrişa balafirên bêmirov a dewleta Tirk ya li Qamişloyê de şehîd bûn, ji bo 3 rojan taziye danîn. -
Li Elmanyayê çalakiyên li hemberî êrişên kîmyewî didome
Li Elmanyayê li hemberî êrişên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker, çalakî didomin. -
Heyva Sor a Kurdistanê: Divê her kes ji bo koçberên li ser sînor rabe ser piyan
Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku li ser sînorê Belarûs û Polonyayê drameke mezin heye û got “: Divê hemû kes ji koçberên li ser sînor rabe ser pêyan.” -
YE: Koçber bi hevkariya THY-Belavîayê anîne
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê derbarê anîna koçberên ji Belarûsê ya ji bo welatên endamên Yekîtiya Ewropayê raporeke veşartî amade kir û bal kişand ser rola şîrketên rêya asîmanî ya THY a Tirk û Belavîa ya Belarûsê. -
'Li dijî tecrîd, dagirkerî û êrişên kîmyewî em berê xwe bidin Strasbourgê'
KON-MED: Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê û dostên xwe yên dijberê şer dikin, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li dijî dagirkerî û êrişên kîmyewî di 13'ê Mijdarê de bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiya li Strasbourgê bibin. -
Êrişên kîmyewî li Bonnê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya li hemberî van êrişan li Bonnê bi meşekê hatin şermezarkirin. -
Li Marsîlyayê meşa ciwanan a bi meşaleyan
Li Marsîlyayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi meşaleyan meşiyan û dirûşma "Ciwan fedaiyên Apo ne" qîriyan. -
Ciwanên Kurd ji bo Abdullah Ocalan li Viyanayê daketin qadan
Ciwanan çalakiya bêîteatiya sivîl kirin û fikarên xwe yên li ser ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman. -
'Bila sînorê Polonyayê tavilê bê vekirin'
Li Zurichê di çalakiyeke saziyên koçberan de hate xwestin ku sînorê Polonyayê bê vekirin û tavilê dawî li vê trajediya koçberan bê anîn. -
Ciwanan li dijî dagirkerî û tecrîdê meşiyan
Ciwanan gotin “Roj, roja xwedîderketina li berxwedana gerîla ye” û banga berxwedanê kirin. -
Li Bernê êrişa li Qamişloyê hat şermezarkirin
Êrişa du ya dewleta Tirk ku li Qamişlo welatparêzên Kurd kir armanc û rê li ber qetilkirina 3 kes ji heman malbatê vekir, li bajarê Bernê hat şermezarkirin. -
Li Hambûrgê bikaranîna gaza kîmyewî hat protestokirin
Di mîtînga li Hambûrgê ya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hatibû organîzekirin de hate gotin, “Bikaranîna gazên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye” û hat diyarkirin ku bêdengî jî şirîktiya sûcê ye. -
Çalakiyên konvedanê yên li bajarên Elmanya didomin-NÛ BÛ
Kurdistaniyan li paytext Berlîn û bajarên Stûttgart û Munîh yên Elmanya bi çalakiyên konvedanê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin. -
Çalakvanên li ber NY’ê: Emê 13’ê Mijdarê li Strasboûrgê bin
Çalakvanên ku li ber NY’ê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin bi li berkirina cil û maskeyên gazê êrişên îmha, dagirkerî û qetilamê yên dewleta Tirk şermezar kirin û banga tevlêbûnê ji bo çalakiya 13’ê Mijdarê ya li Strasboûrgê kirin. -
NAV-BEL’ê ji bo meşa li Anversê bang kir
NAV-BEL’ê bang li Kurdên li Belçîkayê kir ku ji bo protestokirina çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne, tevlî meşa di 13’ê Mijdarê de ya li Anversê bibin. -
FCDK-BW-BAYERN ji bo çalakiya li Strasboûrgê ya 13’ê Mijdarê bang kir
FCDK-BW-BAYERN’ê bang li hemû Kurdan kir ku tevlê çalakiya li Strasboûrgê ya 13’ê Mijdarê li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk bibin. -
KCDK-E Aydin Gunay bi bîr anî
KCDK-E siyasetmedar Aydin Gunay bi bîr anî û got: “Aydin Gunay bi vî dilê xwe yê paqij û kesayetiya xwe ya şoreşger wê di têkoşîna me de timî bijî.” -
Şoreşgerê Kurd Aydin Gunay li Parîsê jiyana xwe ji dest da
Şoreşgerê Kurd Aydin Gunay (Metîn) di 3’ê Mijdarê de li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye jiyana xwe ji dest da. Piştî merasîmê cenaze ji bo veşartinê şandin Kurdistanê. -
KCDK-E: Em rêwiyên Keştiya Azadî ji Ocalan re silav dikin
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê (Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdan a Ewropayê) diyar kir, ku ji ber çalakiya wan a mezin ew rêwiyên Keştiya Azadî ji Ocalan re silav dikin. -
Endamên Teko-Jin li Berlînê rê li trafîkê girtin
Jinên ciwan li meydana qerebalix a Berlînê rê li trafîkê girtin û destnîşan kirin ku ewê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên mezintir lidarxînin.