Li Saarbrûcken’ê têkildarê çekên kîmyewî stanta agahdarkirinê hate danîn

Endamên Meclîsa Jinê ya Şîrîn Elemhûlî, bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Kurdistanê û bêdengiya navnetewî ya li hemberî wê teşhîr kirin.

Li bajarê Almanya Saarbrûcken’ê Meclîsa Jinê ya Şîrîn Elemhulî, ji bo ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk di êrişên li ser Heremên Parastinê yên Medyayê bikar tîne helwestek were nîşandan stant hate danîn.

Li wir belvok li ciwanên li dora stanta hatibû danîn hat belavkirin. Di van belavokan de bal hat kişandin ku bi wan çekên kîmyewî yên tên bikaranîn ne tenê gerîla tên qetilkirin, di heman demê de erdnîgarî û hemû zindiyan jî qetil dike; her wiha raya giştî ya cîhanê jî li hemberî van sûçên dij mirovahî bêdeng dimîne.

Çalakiya stantê ya ku 2 saetan berdewamkir bi berzkirina dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Bimrê xiyanet” û “Bijî berxwedana gerîla” hat bi dawî kirin.