Heyva Sor a Kurdistanê: Divê her kes ji bo koçberên li ser sînor rabe ser piyan
Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku li ser sînorê Belarûs û Polonyayê drameke mezin heye û got “: Divê hemû kes ji koçberên li ser sînor rabe ser pêyan.”
Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku li ser sînorê Belarûs û Polonyayê drameke mezin heye û got “: Divê hemû kes ji koçberên li ser sînor rabe ser pêyan.”
Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê derbarê koçberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Li ser sînorê Belarûs û Polonyayê drameke mirovayetiyê heye. Bi hezaran koçberên ku piraniya wan Kurd in di navbera sînorê Belarûs û Polonyayê terkî mirinê hatine kirin. Li gorî agahiyên ku di nava hefteyekê de hatine ragihandin herî kêm 20 koçber ji ber birçîbûn û sermayê jiyana xwe ji dest dane. Gelek jin û zarok jî di nav van koçberan de hene û koçber di navbera du sînoran de asê mane.
Saziya me tevî saziyên alîkariyê yên Kurdên li Ewropayê biryar daye ku alîkariya mirovî bide van koçberan. Ji hefteyekê zêdetir e bi Konsolosxaneya Polonyayê û saziyên din re ketine têkiliyê hewl dide rêyeke alîkariyê bibîne. Dewleta Polonyayê herêm a ku koçber lê ne wekî herêma leşkerî îlan kiriye û çûn û hatin qedexe kiriye. Ji ber vê jî hewldanên me negihiştine encamê.
Saziyên mafên mirovan ên li Ewropayê di serî de, divê saziyên alîkariya mirovî û hemû kesên xwedî wijdan li hemberî vê dramê ser pêyan.
Divê ji bo penaberan korîdoreke mirovî were vekirin û ji bo koçberan şertên guncav werin avakirin.”