Çalakvanên li ber NY’ê: Emê 13’ê Mijdarê li Strasboûrgê bin

Çalakvanên ku li ber NY’ê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin bi li berkirina cil û maskeyên gazê êrişên îmha, dagirkerî û qetilamê yên dewleta Tirk şermezar kirin û banga tevlêbûnê ji bo çalakiya 13’ê Mijdarê ya li Strasboûrgê kirin.

Kurdistaniyên ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya wî ji 25’ê Kanûnê ve heya niha her Çarşemiyê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenvreyê çalakiya rûniştinê lidar dixînin, vê hefteyê jî dewam kir.

Çalakvanan bi li berkirina cilên spî û maskeyên gazê bal kişandin li ser êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li Qadên Parastinê yên Medya li hemberî gerîlayan bikar tîne, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin.

Di şexsê welatparêzên Kurd Yûsûf Gulo, Muhemed Gulo û Mazlûm Gulo ku di encama êrişa SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker li Qamişloyê de şehîd bûn ji bo bîranîna hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd deqeyek rêz hate girtin.

Hecserokê Civaka Kud a Demokratîk ya li Cenvre Salîh Saglam li wir bang li Kurdistaniyan kir û got: “Çalakiya me li ser bingehê pêkanîna azadiya Rêberê me, ku ji meha Kanûnê heya niha ve li hemberî bêdegniya NY’ê destpêkirî heya encam digire emê bidomînin.

Emê bêdengiya NY’ê û dewletên navnetewî ya li hemberî dewleta Tirk ku di êrişên dagirkerî, îmha û qirkirinê sînoran nas nake qebûl nekîn. Emê li her dera ku lê dimînin bi domdarî sûcên mirovatî û şer ên dewleta Tirk teşhîr bikin, di serî de NY emê van siyasetên dewletên ku bi bêdengiya xwe şirîktiya xwe ya di vê sûcê de qebûl dikin jî teşhîr bikin.”

Saglam banga tevlêbûnê ya ji bo çalakiya ku wê 13’ê Mijdarê roja Şemiyê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxisitin li Kurdistanî û dostên wê kir û got: “Emê bi esasgirtina azadiya Rêberê xwe, ji bo ku li hemberî êrişên îmha, dagirkerî û qetlîamê yên dewleta Tirk a faşîst bisekinin, divê wek Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn û dostên wê 13’ê Mijdarê bi hemû hêza xwe li Strasboûrgê bin.”

Piştî axaftinê Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe domandin.