Li Hambûrgê bikaranîna gaza kîmyewî hat protestokirin

Di mîtînga li Hambûrgê ya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hatibû organîzekirin de hate gotin, “Bikaranîna gazên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye” û hat diyarkirin ku bêdengî jî şirîktiya sûcê ye.

Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê dewleta Tirk yê li Qadên Parastinê yên Medya li hemberî gerîlayên Kurdistanê gazên kîmyewî bikartîne û welatên li hemberî vê bêdeng dimînin hat şermezarkirin.

Di mîtîngê de ku ji aliyê pêkhateyên Meclîsa Jinê ya Rojbîn li taxa herî qerebalix a bajêr ya Jûngferstîegê hatibû organîzekirin de pankarta têkildarê êrişên kîmyewî hat vekirin û portreyên mirovên ji ber çekên kîmyewî şehîd bûnî hatin nîşandan.

Bi axaftina hat kirin hate gotin ku bikaranîna gazên kîmyewî sûcê mirovatiyê ye û hat ziman ku bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî vî sûcî jî di asta şirîktiya sûcê ye.

Her wiha derbarê mexdûriyeta mirovên ku ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest danî û rewşa erdnîgariya Kurdistanê ya di encama êrişên kîmyewî de hatine texrîbkirin belavok hatin belavkirin.

Mîtîng piştî lêxistina marşên şoreşgerî bi dawî bû.