FCDK-BW-BAYERN ji bo çalakiya li Strasboûrgê ya 13’ê Mijdarê bang kir

FCDK-BW-BAYERN’ê bang li hemû Kurdan kir ku tevlê çalakiya li Strasboûrgê ya 13’ê Mijdarê li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk bibin.

Hevserokên FCDK-BW-BAYERN’ê têkildarê çalakiya ku wê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk bê lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Tam di dema ku dewleta TC’ê bawer kiribû ku Kurd xistine gorê, bi berxwedanî û hişyarbûneke Kurd ya bi rêbertiya Abdullah Ocalan re rû bi rû hat.”

Her wiha hat teqezkirin ku “Di dîrokê de cara yekem şervanên azadiyê yên Apoyî çok bi dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk danîn” û bal hat kişandin li ser komploya navneteweyî.

‘DEWLETA TIRK KU NEKARÎ BERXWEDANÊ BIŞKÎNE SERÎ LI ÊRIŞÊN KÎMYEWÎ DIDE’

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:

“Rêber Apo di şertên ku dîl tê ragirtin de jî têkoşîn domand û rê li ber destketî û pêşketinên ku nayê hişê mirov vekir, bi vê yekê re kir ku desketî û serketinên welê di dîroka Kurdistanê de çêbibin ku şopên wan wê neyê windakirin. Dewleta faşîst ya ku her têk diçe dîn û har dibe ji bo tola vê yekê hilîne li hemberî hemû gelên ku li erdnîgariya Kurdistanê dijîn şerê îmha yê topyekunê bi rê ve bir.

Dewleta TC’ê ya faşîst ku nekarî berxwedana Tevgera Azadiya Kurd bişkîne, çareserî di bikaranîna çekên kîmyewî li beramber gerîlayên azadiyê de digere. Îtîfaq û saziyên navnetewî yên ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ku bi peymanên navnetewî ve hatine qedexekirin temaşevan dimînin, dema mijar dibe Kurd tercîh dikin ku temaşevan bimînin. Weke di Qetliama Helebceyê de ku 5000 Kurd hatibûn qetilkirin, dewletên modernîst û kapîtalîst hevkariya qirkeran kirin.

‘JI BO ÇALAKIYÊ EM LI BENDA TEVLÊBÛNA GELÊ XWE NE’

Divê gelê Kurd ji vê zêdetir li hemberî vê bêedaletî û siyasetên dijî mirovî temaşevan nemîne! Li hemberî îtîfaq û vê şerê qirêj ya li ser eWladên wê yên sivîl, şervanên wê yên azadiyê û Rêberê wê tê rêvebirin, dem hatiye ku bi bikaranîna mafê xwe yê demokratîk berteka xwe nîşan bide. Bi vê armancê em li benda hemû gelê xwe ne ku tevlê çalakiya roja 13’ê Mijdarê ya li Strasboûrgê bibin.”