Li Elmanyayê çalakiyên li hemberî êrişên kîmyewî didome

Li Elmanyayê li hemberî êrişên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker, çalakî didomin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê êrişên kîmyewî hate protestokirin.

Pêkhateyên NCDK’ê li Haûptwachê hatin ba hev û êrişên dewleta Tirk ku li Kurdistanê bi çekên kîmyewî dikin, protesto kirin.

Pêkhate ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk wê sibê jî li Haûptwachê ji saet 14.00’an heta 17.00’an standa agahdarkirinê vekin.

STÛTTGART

Çalakiya bi kon a 3 rojan a ku bi FCK Baden Wurttemberg Bayern û TJK-E’yê organîze kiribûn îro ji aliyê YJK-E Stûttgartê hate kirin.

Di çalakiyê de belavoka TJK-E’yê û broşurên KON-MED’ê hatin xwendin.

Ji bo ku ji OPCW’ê re were şandin gelek îmze jî hatin berhevkirin.