NAV-BEL’ê ji bo meşa li Anversê bang kir
NAV-BEL’ê bang li Kurdên li Belçîkayê kir ku ji bo protestokirina çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne, tevlî meşa di 13’ê Mijdarê de ya li Anversê bibin.

NAV-BEL ji bo protestokirina êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Kurdistanê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne wê li bajarê Anversê yê Belçîkayê meşeke girseyî li dar bixe.
Di daxuyaniya ji bo banga meşê de ev tişt hate diyarkirin:
“Rejîma AKP û MHP’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişên xwe de dike têk biçe û çekên kîmyewî bi kar tîne.
Divê civaka me ya li Belçîkayê pêvajoyê ji nêz ve bişopîne û li gorî ruhê ‘Dem dema azadiyê ye’ têbikoşe. Gerîla bi berxwedana xwe careke din îspat kiriye ku ew hêviya gel e. Divê gelê me yê li Belçîkayê jî rola xwe bi cih bînin.
Bi ruhê têkoşîna Şehîd Sînan Dêrsim em bang li gel û dostên xwe yên li Belçîkayê dikin ku bila tevlî meşê bibin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin wê meş di 13’ê Mijdarê de li Sintjanplain 2060 Antwerpenê saet di 14.50’an de dest pê bike.