Şoreşgerê Kurd Aydin Gunay li Parîsê jiyana xwe ji dest da

Şoreşgerê Kurd Aydin Gunay (Metîn) di 3’ê Mijdarê de li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye jiyana xwe ji dest da. Piştî merasîmê cenaze ji bo veşartinê şandin Kurdistanê.

Ji bo şoreşgerê Kurd Aydin Gunay (Metîn) ê ku jiyana xwe ji dest dabû li banliyoya Vîllîes-le-Bel a Parîsa Fransayê merasîmek hate lidarxistin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û nûnerên gelek sazî û dezgehên Kurd jî di nav de bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Beşdaran alayên PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û sloganên ‘Şehîd namirin’ berz kirin.

‘HEVAL METÎN 27 SALAN LI BER XWE DA’

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di merasîmê de axivî û got “Li ser navê KONGRA-GEL, KCK, PKK û hemû hevalên me bila sersaxiyê ji malbatê û gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Şehadeta heval Metîn ji bo me gelekî giran e. Birayê wî, kurê wî û îro jî ew bûn şehîdên Kurdistanê. Divê em deynê xwe yê ji bo şehîdan fêm bikin.

Ruhê îro yê têkoşîna gerîlayên li Metîna, Zap û Avaşînê ne ku li hemberî hêzên NATO’yê li ber xwe didin. Ew fedaiyên Rêber Apo ne. Fedaiyên gelê Kurdistanê ne. Heval Metîn îradeya wan li vir temsîl dike. Metîn Heval di binbanê têkoşîna azadiyê de 27 salan li ber xwe da. Em ê xebatên wî bidomînin. Divê em bi vê berpirsyariyê tevbigerin.’

‘EZ SERBILIND IM KU EZ KURÊ WÎ ME’

Mazlûm Gunay ê ku kurê Aydin Gunay e di merasîmê de axivî û got “Ji vê qelebalixiyê tê fêmkirin ku çiqasî ji bavê min tê hezkirin. Ez serbilind im ku kurê wî me, birayê Azad im û biraziyê apê xwe me.”

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Medya Botan jî diyar kir ku ew hevrê Metîn bi hurmet bi bîr tîne û got “Malbatên me yên şehîdan di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya ku heval Metîn daye me, bi serfiraziyê tacîdar bikin.”

Piştî axaftinan Kurdistaniyan cenaze hildan û sloganên ‘Şehîd namirin’ berz kirin.

Cenaze roja Şemiyê êvarî ji balefirgeha Charles de Gaûlle ya Parîsê ber bi Wanê ve hate şandin û li cihê ku lê ji dayik bûbû hate veşartin.