EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji bo azadiya Mezher Kartal li Parîsê çalakiyek hat lidarxistin
Bi daxwaza serbest berdana Mezher Kartal ê HDP’î ku ev 4 mehin li navenda binçavkirinê ya balafirgeha Charles de Gaûlle ya li Parîsê tê girtin, çalakî hat lidarxistin. -
Jinên Kurd êrişên kîmyewî protesto kirin
Jinên Kurd ên li bajarê Saarbruckenê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk protesto kirin. -
KON-MED'ê li dijî qedexeya li ser PKK'ê bang kir ku li Berlînê kom bibin
KON-MED'ê qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê bi bîr xist, bang li hemû Kurdan kir ku 27'ê Mijdarê li Berlînê kom bibin. -
Li Hambûrg û Londrayê çalakiya bi pankartan
TCŞ'ê û TEKOJIN li Hambûrgê ya Elmanya û paytexta Brîtanyayê Londrayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya bi pankartan hate kirin. -
Li Torînoyê danasîna pirtûka Orso
Pirtûka ku jiyana têkoşînî ya şehîdê Rojava yê Îtalyayî Lorenzo Orsettî vedibiêje li Torînoyê hat danasîn. -
Li Lozanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
Koma ku di çarçoveya pêngava “Bese ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re, Dem dema Azadiyê ye” li Lozanê çalakî lidarxist, daxwaza bi dawîkirina tecrîda Îmraliyê û serbest berdana wî kir. -
'Nobeda Azadiyê' bi koma ji Stuttgartê dewam dike
'Nobeda Azadiyê' ku ji aliyê Kurdên li Ewropayê ve bi rêk û pêk tê meşandin, di hefteya nû de bi koma ji Stuttgartê dewam dike. -
Ewropa divê ji bo koçberan rabe ser piyan
Aktîvîsta Norwêcî ku tevî heyeta KNK'ê li ser sînorê Polonyayê ye Lida Weerts bal kişand ser rewşa metirsîdar a ku koçber di nav de ne û got, divê Ewropî rabin ser piyan. -
Ahmet Kaya li ser gora xwe hate bîranîn
Hevjîna Ahmet Kaya Gultan Kaya di merasîma bîranînê de piştewanî û xwepêşandan hêviyên ji bo pêşerojê zêdetir kirine, Berdevka TJK-F Bêrîvan Firat jî anî ziman ku ewê mîna Seyît Riza li hemberî faşîzmê serî netewînin. -
Şaredariya Parîsê: Em li cem Kurdan in
Şaredariya Parîsê êrîşa li ser gora hunermendê Kurd şermezar kir û got, ''Em li cem Kurdan in.'' -
KOMAW'ê li ser 'êrişên kîmyewî' name ji saziyên Ewropayê re şand
KOMAW'ê li ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî nameyek ji sazî û partiyên Ewropî re şand û got, "Nebin hevparê vî sûcî." -
Karamûs: Cih û warê xwe neterikînin
Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs ku ji bo koçberên li ser sînorê Polonya-Belarusê li herêmê ye, bal kişand ser metirsiya rewşê û banga "cih û warê xwe neterikînin" li Kurdistaniyan kir. -
Polîsê Elman di doza Rojava de winda kir
Dadgeha Îdarî ya Kolnê daxuyaniyên provokatîf ên polîsên Elman ên beriya xwepêşandana ji bo piştgiriya Rojava dabû, li dijî qanûnê dît. -
Ji bo êrişa li ser gora Ahmet Kaya banga çalakiyê hat kirin
ACTÎT’ê êrişa nijadperest ya li hemberî gora Ahmet Kaya şermezar kir û bang tevlêbûna çalakiya ku wê li goristana Pere Lachaîse bê lidarxistin kir. -
HSK’ê ji bo koçberên li ser sînorê Polonya-Belarusê dest bi kampanya alîkariyê kir
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) ji bo koçberên li ser sînorê Polonya-Belarusê asê mane dest bi kampanyaya alîkariyê kir û bang li Kurdistaniyan kir ku tevlî kampanyayê bibin. -
Li Ewropayê sala 2019'an ji ber qirêjiya hewayî 307 hezar kes zû mirin
Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê ragihand ku li welatên Yekîtiya Ewropayê, salas 2019'an ji ber qirêjiya hewayê 307 hezar kes zû mirin. -
Aydin Gunay li Lavrîoyê hate bîranîn
Şoreşgerê Kurd Aydin Gunay ku li Fransayê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê hate bîranîn. -
See Brucke: Ew mirov in, ne çek in!
Ji bo koçberên ku li ser sînorê Belarus-Polonyayê asê mane, li Kolnê meşek hate lidarxistin û ji Yekîtiya Ewropayê hate xwestin ku wan koçberan werbigire. -
Mirov ji ber bêhêvîtiyê diterikînin
Siyasetmedarên Kurd Mûsa Çîftçî û Habîp Eksîk diyar kirin ku desthilatdariyên Tirkikye û Başûrê Kurdistanê mirovan bêçare dihêlin, beşek ji mirovên hêviya xwe nemaye jî ji neçarî welêt diterikînin. -
Ciwanan gerîlaya YJA Starê Ardil Poyraz bi bîr anîn
Gerîlaya YJA Starê Ardil Poyraz ji aliyê ciwanan ve bi çalakiyekê hate bîranîn. -
Şehîdên malbata Gulo li Dortmundê hatin bîranîn
Di bîranînê de ku ji bo Yûsif Gulo û du neviyên wî hate lidarxistin, hate gotin "Divê her kes zanibe ku veger ji vê rêyê nabe ku di oxira wê de 60 hezar şehîd hatin dayin." -
Têkoşer Zagros li Brukselê hate bibîranîn
Ji bo Têkoşer Zagros ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk li Werxelê şehîd bûbû merasîmek bîranînê hat lidarxistin. -
Êrişa li ser gora Ahmet Kaya hate şermezarkirin
Rêxistinên Kurd ên li Fransayê êrîşa 'kirêt' a li ser gorna hunermend Ahmet Kaya şermezar kirin û bang kirin ku 16'ê Mijdarê tevlî bîranîna li ser gorê bibin. -
Şandeya KNK'ê li sînorê Polonya-Belarûsê ye: Em ê bi koçberan re bimeşin
Şandeyek ji KNK'ê serdana wan koçberan kir ku li sînorê Belarûs-Polonyayê asê mane, li rewşa wan pirsî û got ew ê bi koçberan re bimeşin. -
Li ser sînorê Elmanya-Polonyayê amadekariyên li dijî penaberan
Ji gelê xwecihî Jan Hufenbach ji ANF'ê re axivî û ragihand ku li qiraxa Çemê Neisseyê û li ser sînor polîs zêde bûne û got, li gorî texmînên wan bi deh hezaran penaber li herêmê hene.