Ji bo azadiya Mezher Kartal li Parîsê çalakiyek hat lidarxistin

Bi daxwaza serbest berdana Mezher Kartal ê HDP’î ku ev 4 mehin li navenda binçavkirinê ya balafirgeha Charles de Gaûlle ya li Parîsê tê girtin, çalakî hat lidarxistin.

Yekîtiya Hêzên Demokratîk ya li Ewropa (ADGB) li paytexta Fransa Parîsê ji bo Mezher Kartal li ber balafirgeha Charles de Gaûlle çalakiyek pêkanî.

Çalakvanan dovîzên li ser wan hatibû nivîsandin “Ji Mezher Kartal re azadî” û “Kurdê HDP’î bûn ne sûc e” hatin hilgirtin û bi domdarî dirûşmeya “Ji Mezher Kartal re azadî” hat berzkirin.

Endamê Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) Mezher Kartal ê ku li Tirkiyê bi rengekî derhiqûqî tê darizanidn û ceza wî hatiye erêkirin, Tirkiye terikand û pena xwe anî Fransa ku endamê Yekîtiya Ewropayê ye.

Kartal ku li Navenda Binçavkirina Îdarî ya Mesnîl-Amelot tê girtin ji 17’ê Tîrmehê heya niha di bin çavan de tê girtin.

Rayedarên Fransî yên daxwaza penaberiya Kartal red kirinî, nêzî 4 mehin ku li navenda binçavkirinê hiştine û lêpirsîna wî didomînin.

Di daxuyaniya ku nûnerên ADGB’ê ya li Parîsê danî de bang li rayedarên darazê û hikumeta Fransayê kirin û gotin, “Em ji bê tawanbûna hevalê xwe Mezher Kartal piştrastin. Daxwaz dikin ku demildest serbest were berdan û hemû mafên wî werin naskirin.”

Çalakvanan dovîzên di destên xwe de li ber Navenda Binçavkirinê ya Îdarî ya Mesnîl-Alemot danîn û çalakiya xwe bi dawî kirin.