Têkoşer Zagros li Brukselê hate bibîranîn
Ji bo Têkoşer Zagros ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk li Werxelê şehîd bûbû merasîmek bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo Têkoşer Zagros ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk li Werxelê şehîd bûbû merasîmek bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Erhan Şahîn (Têkoşer zagros) yê di encama êrişa 10’ê Mijdarê ya li qada Werxelê ya girêdayî Avaşînê ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî pêkanîbû de şehîd bûbû, li bajarê Brukselê ya Belçîkayê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Gelek kes tevlê merasîmê bûn. Beriya destpêkirina merasîmê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Piştî merasîmê dayika şehîd Sûltan Ograş, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û xizmê şehîd Erhan Şahîn Îsmaîl Demîr her yek axaftinek kir.
Zubeyîr Aydar anî ziman ku dewleta Tirk bi rexmê ew hemû teknîkên leşkerî yên heyî, dema li hemberî gerîla ser neket bi rengekî nemerdane serî li karanîna çekên kîmyewî yên ji aliyê welatên cîhanê hatiye qedexekirin da.
Aydar her wiha bibîr xist ku dewleta Tirk ji salên 83-84’an û şûnde çekên kîmyewî bikar tîne û got ku di raporên ku qetlîamkaran derbarê bikaranîna wana di dema qetlîama Dêrsimê di şkewtan de danî mikurhatina vê yekê ye. Aydar tekezkir ku îro jî dewleta Tirk yê êrişên qirkirinê birêve dibe xwedî heman hişmendî ye û anî ziman ku her çiqasê îro bê înkarkirin jî lê piştî salan vê careke din di hevpeyvînên ku wê bidin de vê mikur werin ku ji ber nekarîn ser bixînin lewma çekên kîmyewî bikar anîne.
Aydar ragihand ku çekên kîmyewî herî zêde li ser gelê Kurd hatiye bikar anîn û wiha axaftina xwe domand, “Helebce hê jî birîna me ya ne der bûyî ye. Divê li hemberî vê di asta huqûqî û girseyî de li her qadê têkoşîneke mezin bikin û vê hovîtiyê derxînin holê.”
Piştî axaftinan sersaxî hatin qebûlkirin.