Şehîdên malbata Gulo li Dortmundê hatin bîranîn
Di bîranînê de ku ji bo Yûsif Gulo û du neviyên wî hate lidarxistin, hate gotin "Divê her kes zanibe ku veger ji vê rêyê nabe ku di oxira wê de 60 hezar şehîd hatin dayin."
Di bîranînê de ku ji bo Yûsif Gulo û du neviyên wî hate lidarxistin, hate gotin "Divê her kes zanibe ku veger ji vê rêyê nabe ku di oxira wê de 60 hezar şehîd hatin dayin."
Ji bo Yûsif Gulo û du neviyên wî ku di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn, li bajarê Dortmundê yê Elmanyayê bi beşdariya girseyî civîneke bîranînê hate lidarxistin.
Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah û nûnerên PYD'ê jî di nav de gelek kes beşdarî bîranîna li Kurdisch Zentrumê bûn.
Bîranîna ku ji aliyê Hunermend Baran ve hate pêşkêşkirin, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan bi nîşandana sînevîzyona ji 20 deqeyî dewam kir.
Piştre bi navê Komeleya Malbatên Windayan û Şehîdan (KOMAW) Cemîl Gultekîn axivî û qala Yûsif Gulo kir. Gultekîn got, "Li cîhana ku edalet lê nemaye, êrişê dibin ser extiyarên me yên 80 salî. Dewleta Tirk bi piştgiriya welatên Ewropayê Kurdan qetil dike. Bila her kes zanibe ku veger ji vê rêyê nîne ku di oxira wê de 60 hezar şehîd hatine dayin."
NACAH GULO: 3 KURD QETIL KIRIN, LÊ BI MILYONAN KES RABÛN SER PIYAN
Xizma şehîdan Nacah Gulo jî di destpêkê de şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anî û sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd re xwest.
Nacah Gulo got, "Ev komkujî li me giran jî be, nîşan dide ku dewleta Tirk ewqasî bêçare maye ku mirovên 80 salî jî qetil dike. Em xwedî îrade ne. Bila Erdogan bi vê zanibe, em ê negirîn. Ji bêçaretiyê komkujiyan dike. 3 Kurd qetil kirin, lê belê bi milyonan Kurd rabûn ser piyan. Bi hezaran soz dan ku wê têkoşînê mezin bikin. Me soz dane, heta azadiya Serok Apo em ê têkoşînê bimeşînin."
Nacah Gulo got, "Şehîdên namirin" û axaftina xwe temam kir.
YUKSEL KOÇ: PARADÎGMAYA SEROK APO BI SER DIKEVE
Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî anî ziman ku Tirkiye di nava krîzeke mezin de ye û ji bo gelê Kurd azadî nêzîk e.
Yuksel Koç destnîşan kir ku ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan û got, "Paradîgmaya Rêber Apo mirovan li hev dicivîne. Çeka herî mezin a Kurdan, paradîgmaya Serok Apo ye. Têkoşîna gelê Kurd êdî bi ser dikeve."
Endamê PYD'ê Bavê Narîn jî sersaxî ji malbata Gulo re xwest ku ji bo têkoşîna azadiyê 20 şehîd dane û got, "Şehîdên me ji bo me mîna akademiya berxwedanê ne."
ASYA ABDULLAH: EM DI WAN KÊLIYAN DE NE KU DIKARIN BI RENGEKÎ AZAD BIJÎN
Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah jî bi bîranîna şehîdên malbata Gulo û Fermandara Biryargeha Giştî ay YJA Starê Delal Amed dest bi axaftina xwe kir.
Asya Abdullah got, "Armanca êrişa dawî ya li Qamişloyê tunekirina destketiyên Kurdan e. Pêvajoya ku em niha di nav de ne, dema têkoşîna hevpar a ji bo Kurdan hemûyan e. Em ê li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîla bêdeng nemînin. Êrişên li ser destketiyên Kurdan nîşan didin ku pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya neteweyî, bi stratejiyeke hevpar heye. Destketiyên me yên li Rojava ji ber xwe ve çênebûn, bi têkoşînê hatin afirandin. Modela Rojava ji bo Rojhilata Navîn modeleke. Me xwe spart hêza xwe û bi vî rengî şer kir. Em bi hêza xwe siyasetê dikin. Yên ku hêza xwe tune be nikare siyasetê bike, yan jî ji bo xelkê siyasetê dikin. Em xwedî hêz in lewma bi milyonan mirov bûne dostên me. Em li ku dibin bila bibin divê li dijî êrişên li ser destketiyên Kurdan têkoşînê mezintir bikin."
Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd rêya te rêya me ye" bi dawî bû.