Şaredariya Parîsê: Em li cem Kurdan in

Şaredariya Parîsê êrîşa li ser gora hunermendê Kurd şermezar kir û got, ''Em li cem Kurdan in.''

13'ê Mijdarê li goristana Pêre-Lachaîse ya Parîsê êrîş biribûn ser gora Ahmet Kaya.

Ev êrîş bû sedema nerazîbûnan. Paul Sîmondon Alîkarê Şaredariya Mezin a Parîsê  ji karê maliyê, bûdçe, fînanse şîn û cenazeyan berpirs  di ser Twîtterê re peyman weşand.

Sîmondon got, ''13'ê Mijdarê roja Şemiyê li goristana Pêre-Lachaîse êrîş çûye ser gorana stranbêjê Kurd Ahmet Kaya ku beriya bi 21 salan jiyana xwe ji dest dabû. Bajarê Parîsê ji bo ku vê vandalîzma bi kîn û nefretê şermezar bike li cem malbata wî û hemû Kurdan e.''

Şaredara 10'an ê Parîsê Alexandra Cordebar jî diyar kir ku ew li cem Amet Kaya ê ''stranbêj û parêzvanê mafê mirovane'', diyar kir ew li cem Kurdan e û got, ''Êrîşa li ser gornê bi xweşbînî nayê qebûlkirin.''

Ahmet Kaya 16'ê Mijdara 2000'an bi krîza dil jiyana xwe ji dest dabû. Di salvegera 21'an a wefatkirinê de êrîş çûbû ser gora Kaya.