Mirov ji ber bêhêvîtiyê diterikînin
Siyasetmedarên Kurd Mûsa Çîftçî û Habîp Eksîk diyar kirin ku desthilatdariyên Tirkikye û Başûrê Kurdistanê mirovan bêçare dihêlin, beşek ji mirovên hêviya xwe nemaye jî ji neçarî welêt diterikînin.
Siyasetmedarên Kurd Mûsa Çîftçî û Habîp Eksîk diyar kirin ku desthilatdariyên Tirkikye û Başûrê Kurdistanê mirovan bêçare dihêlin, beşek ji mirovên hêviya xwe nemaye jî ji neçarî welêt diterikînin.
Li gorî siyasetmedarên Kurd, desthilatdariya dewleta Tirk hewl dide ku Kurdistanê bêkurd bihêlin, PDK jî ji bo nerazîbûna li desthilatdariya xwe bitepisîne zextê dike, lewma ev jî dibe sedem ku muxalîf welêt biterikînin.
Siyasetmedarê Kurd Mûsa Çîftçî ku li Başûrê Kurdistanê dimîne, bi bîr xist ku bûyerên di dema êrişa DAÎŞ'ê de li Başûrê Kurdistanê qewimîn bûn sedema şikestinê, piştre jî krîza referandûmê, nedana mûçeyan, krîzên siyasî û aborî yên bi vî rengî rewş bêhtir giran kiriye.
Çîftçî got, "Xelkê ku bi mûçeyan hînî pereyê germ kirin, ji hilberînê qut kirin. Mîna sîstema li Tirkiyeyê, dewlemendiyên binê erdê yên li vê derê di nava alîgirên xwe de parve kirin. Li ser dewlemendiya Kurdistanê du malbat serwer in. Xelkê Kurdistanê birçî ye, sefîl e, xizan e. Bi mehan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Hêzên PDK'ê bi tundî dest lê werdan. Gelek mirov ji malên xwe hatin revandin û êşkence li wan hate kirin, hatin girtin. Li gel nebûna saziyeke demokratîk her wiha Meclîs jî bêbandor e. Hêviya mirovan ji van nîne."
'BEŞEK JI MIROVÊN BÊHÊVÎ DIMÎNIN, DITERIKÎNIN'
Çîftçî ragihand ku di hilbijartinên dawî de partiyan hemûyan deng kêm kirine, li gel dek û dolaban jî rêjeya tevlîbûna li dengdanê di navbera ji sedî 25-30'î de maye û got, beşek ji mirovên ku hêviya xwe ya bi guhertina sîstemê re nîne hewl didin biçin Ewropayê.
Çîftçî got, "Metirsiyên mezin didin pêş çavên xwe û hewl didin ji vê derê birevin. Ev rewş bi kêrî Tirkiyeyê û PDK'ê tê" û wiha dewam kir, "Çûyîna muxalîfên wan û bêmirovhiştina Başûrê Kurdistanê derfetê dide PDK'ê ku bêhtir karên nelirê bike. Sîstema li vê derê jî tiştekî bi vî rengî dixwaze. Tevgereke gel a ku zextê li wan bike naxwaze. Lewma bêmirovmayina vê derê bi kêrî Tirkiyeyê jî tê."
ZEXT TÊ KIRIN KU JI TERCÎHÊN SIYASÎ BIREVIN
Parlamenterê HDP'ê Habîp Eksîk jî bal kişand ser şerê ku ji ber neçareseriyê rû dide û got, "Desthilatdariyên herêmî ku piştgiriyê ji hêzên navneteweyî werdigirin, bi zordariyê mirovan neçar dihêlin ku dest ji tercîhê polîtîk berdin. Li şûna ku rê û rêbazên koçberan bê nirxandin, divê sedemên vê koçberiyê bên nirxandin."
Ji bo koçberên li ser sînorê Polonya-Belarusê parlamenter Habîp Eksîk diyar kir ku "hiqûqa koçberiyê" nayê bicihanîn û got, "Mirovan terkî mirinê dikin. Ev yek nîşan dide ku hiqûqa navneteweyî jî êdî bi rengekî kêfî tê bikaranîn. Divê em pirsgirêkên dibin sedema koçberiyê nîqaş bikin û çareser bikin."
Habîp Eksîk diyar kir ku hewl tê dayin Kurdistan bêkurd bê hiştin û demografiya wê bê guhertin û got, "Mirov ji bo karibin bijîn mirinê didin ber çavên xwe û tevî zarokên xwe welatê xwe diterikînin û hewl didin xwe bigihînin Yekîtiya Ewropayê."