Aydin Gunay li Lavrîoyê hate bîranîn

Şoreşgerê Kurd Aydin Gunay ku li Fransayê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê hate bîranîn.

Şoreşgerê Kurd Aydin Gunay (Metîn) ku 3'ê Mijdarê li paytexta Fransa Parîsê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê Navenda Çanda Kurdistanê ve li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê hate bîranîn.

Salona Konferansê ya Şehîd Halîl Ûysal Dag ku bîranîn lê hate lidarxistin, bi wêneyên Gunay û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê hate xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hafiz Azad bal kişand ser kesayetiya şoreşger û ruhê têkoşînê yê Gunay û got, "Şehîd heval Metîn li vê derê bi rengekî bêeman xebitî. Mîna ciwanekî qet nedisekinî." Hafiz Azad sersaxî ji malbata Gunay û tevahiya gelê Kurd re xwest.

Piştî axaftinan li ser jiyana şoreşgerî ya Gunay sînevîzyon hate nîşandan.

Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.