Êrişa li ser gora Ahmet Kaya hate şermezarkirin
Rêxistinên Kurd ên li Fransayê êrîşa 'kirêt' a li ser gorna hunermend Ahmet Kaya şermezar kirin û bang kirin ku 16'ê Mijdarê tevlî bîranîna li ser gorê bibin.
Rêxistinên Kurd ên li Fransayê êrîşa 'kirêt' a li ser gorna hunermend Ahmet Kaya şermezar kirin û bang kirin ku 16'ê Mijdarê tevlî bîranîna li ser gorê bibin.
Tevgera Jina Kurd TJK-F, tevgera çandê Tev-Çand Parîs û Konseya Kurd a Demokratîk a Franasyê (CDK-F) ragihandin êrîş birine ser gorna Ahmet Kaya ku 16'ê Mijdara 2000'an li sirgûnê jiyana xwe ji dest dayî.
Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, ''Beriya salvegera mirina wî 16'ê Mijdarê ev êrîşa ku anîne, bera wê hişmendiyê ye ku sala 1999'an ew kiribûn hedef.''
Rêxistinên Kurdan gotin, ''Em vê êrîşa kirêt û 'bi çeqelî' şermezar dikin, em bang li hemû welatparêz, şoreşger û gelê xwe yê demokratîk ên li Parîsê dikin ku 16'ê Mijdarê saet 14:00'an li gorana li Pêre Lachaîse di bernameya bîranînê de hazir bin û bersivê bidin faşîzmê.''